'Divê em hêza xwe bikin yek û li dijî Vîrusa Koronayê li berxwe bidin' 2020-03-30 09:03:05   Tolîn Elî   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku ji ber sedema Vîrûsa Korona jiyana xwe di mal de didomînin axivîn û gotin: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûyîn û hatina derve qedexe kiriye. Em hemû biryarên ku derketine pêk tînin û ji bo parastina civaka xwe di mala xwe de dimînin."   Vîrûsa Korona yekem li welatê Çînê derket û roj bi roj li hemû cîhanê belav bû. Di tevahî cîhanê de bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûyîn û hatina welatiyan a ji derveyî welat û malê qedexe kiriye, ji bo parastina wan û jiyana hemî sivîlan, ev jî bû sedemek ku hemî sazî, dezgeh, dibistan û zanîngeh were rawestandin. Jinên Efrînê yên ku li mal dimînin axivîn.   'Ji bo parastina civaka xwe, li mala xwe bimînin'    Jina bi navê Huriyê Mihemed li ser biryara qedexekirina derketina derve û xeteriya Vîrûsa Korona axivî û wiha got: "Ev bû demek Vîrûsa Korona li cihanê belav bûye û gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûyîn û hatina derve qedexe kiriye, hemû biryarên ku derketine pêk tînin û em ji bo parastina civaka xwe di mala xwe de dimînin. Em demê xwe bi malbatê xwe re diborînin. Çûn û hatina li gel cîranan me rawestandiye. Her wiha em demê xwe bi çandiniyê re diborînin. Em hemû gel dixwazin parastina civaka xwe bikin, ji ber ev rewş gelek cîdî ye. Em bi hêvî ne biryarên Rêveberiya Xweser ji bo parastina gel derdixe gel li ber çav derbas bike da ku em bi hev re rê li ber Vîrûsa Korona bigirin."   'Divê em hêza xwe bikin yek û li dijî Vîrusa Koronayê li berxwe bidin'   Jina bi navê Elmas Hiso diyar kir ku divê ew demê xwe li mal binirxînin û wiha pê de çû: "Em niha di pêvajoyek gelek hesas re derbas dibin. Vîrûsa Korona xeteriyek pir mezin  li ser cîhanê da çêkirin û dawî jiyana bi hezaran mirovan anî. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara qedexekirina derketina derve ragihand. Em niha li mal in, lê em dixwazin di demek nêz de derman û çareserî ji vê vîrûsê re were dîtin û jiyana me vegere weke berê. Em gelê Efrînê naxwazin li mal bimînin, ji ber Efrîn bindest e, divê ji bo rizgariya Efrînê em kar û xebat bidin meşandin. Em li mal jî zarokên xwe fêrî xwendinê dikin. Her wiha paqijiya malê dikin û rojevên heyî li ser tv'yê mêze dikin. Divê em hêza xwe bikin yek û li dijî Vîrusa Koronayê li berxwe bidin."