Çîçek Cengîz: Gelê me Mexmûr veguherand cihê jiyanê 2020-03-30 09:02:09   MEXMUR - Hevseroka Mecilisa Gel ya wergiha penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmur), Çîçek Cengîz  derbarê penabertiya şêniyen Memxmurê, zehamtiyên hatine kişandine kişandin nêzîkatiyên NY’ê yên wê demê  û yekitiya neteweyî de axivî.  Çîçekekê diyar kir ku wan wargeha cihê mişk, mar û dûpişkan ji bo xwe weguhertine cihê jiyanê.   Di salên 1990’an de şêniyên Botanê ji ber zilma dewleta tirk ji neçarî koç kirin û bere xwe dan xaka başurê Kurdistanê. Şêniyên ku koçber bûn piştî gelek war guhertin,  herî dawî li Mexmurê bi cîh bûn û ji her alî de xwe bi rêxistin kirin. Şêniyên ku Mexmûrê ji bo xwe wargeh pejirandin ew cihê wekî dojeh  ku ji mar, mişk, dûpişk, germahiyê û zuhabûnê tu kesî û heta lawiran jî ne dikaribûn lê bijîn bi bedelên giran veguherandin cihê jiyanê.   Hevseroka Mecilisa Gel ya wergiha penaberan a Şehîd Rûstem Cudî Mexmur, Çîçek Cengîz di derbarê penabertiya gelê Memxmurê, her wiha zehamtiyên hatine kişandin, nêzîkatiya NY’ê ya wê deme ku  çawabun û yekitiya netewî de axivî .   ‘Zextên li ser gele me neqadiyan’   Çiçekê di destpêka axaftina xwe de salên 1990’an yên dema koçberiya Gelê kurd bi bîr xistin û wiha got: Weke tê zanîn di dest pêka salên 1990’ an de li tevahî bajarên Kurdistanê bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê, ji aliyê dewleta tirk a faşîst ve şerekî topyekûn yê ku kuştin, talankirin û koçberî li ser Gelê Kurd ferz kir hat destpêkirin. Di encama vî şerî de hijmareke pir zêde ji gelê me derbasî metrepolên Tirkiyê bû û li wan deran bi cih bûn.  Ji derveyî wê hejmarek zêde ji vî gelêi ji herêma Botanê ku Kelha Berxwedanê ya Kurdistanê ye jî dest bi rêwîtiyekê kirin û koçî başûrê Kurdistanê kirin. Di enencama vê rêwîtiyê de bi tevahi heşt wargeh guhertin. Di encama van heşt wargehan de ru bi ruyê zordarî, tundî, kuştin, birçîhêştinê, tevahî kiryarên li dijî exlaqê netewî û bi kiryarên cuda re rû bi rû man. Ev pêkanîn hemû li ser daxwaza Tirkiyeyê ji aliyê PDK’ ê ve hatine kirin. Ji ber ku dewleta tirk raste rast bi xwe nedikaribû bikira bi rê ya PDK’ê dikir.”    ‘Gel dest ji têkoşînê berneda’   Çîçekê anî ziman ku gele koçber dest ji têkoşîna xwe bernda û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di encama berxwedaneke mezin de  de gelê me li wargeha herî dawîn a 9’emin li Mexmûrê bi cih bû.  Ji wê demê heta niha ev gel jiyana xwe li wê berdewam dike. Destpêka hatina Wargehê û heta roja me ya îro ne hêsane ku mirov bi hinek gotinan an jî bi hinek nivîsan bîne ser ziman. Di encama berxwedanê û rêxistinbûnek xurt  a ji bo jiyanê de vî gelî xwe gihandiye heta roja me ya îro.  Mexmûr dema ku gele me lê bi cih bû cihê mişk, mar û lawiran û cihekî zûha bû.”   ‘Terkî mirinê kirin’   Çîçekê di berewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Wê demê bi lihevkirina PDK û Rejîma Baas ya Saddam Huseyn gel anîne vê Wargehê, li vir bi cih kirine û terkî mirinê kirine. Çîçekê wiha berdewam kir: “ Li ser vî esasî gelê ku ji jîngeheke weke herêma Botanê ku weke bihuştekiye, tê derbasî çolek weke sahrayê dibe. Bi zuha bûna xwe, bi erdê xwe, bi berê xwe û bi awayê xwe yê jîngehê  Mexmûrê ne cihê jiyanê bû. Helbet ev bi serê xwe tirajêdiyekiye û ev nixweşiyeke pir mezine ku gel dikşîne.  Heta ku ev gel nehate vir ne li Başûr û ne jî li Iraqê tu kesî wekî cihê jiyanê Mexmûrê nedidît û nas jî nedikirin. Di seran serî cîhanê de jî qet qala wê ne dihate kirin, bi hatina gele me re û bi berxwedaneke mezin û bi keda destan ya gele me, navê Mexmûrê li giştî cîhanê hate belavkirin. Tevahî cîhan bi cihekî weke Mexmûr hesiya û gelê Wargehê heta roja me ya îro jî bi berxwedana xwe tê nasîn. Vî gelî  bi tu awayî li dijî êrîşên li ser wargehê bi giştî li ser Kurdistanê ji têkoşîna xwe tawîz nedaye û herdem erka xwe pêk aniye.”    ‘Di dema bicihbûnê de bûyerên tirajîk rû dan’   Çîçeke destnîşanî zahmetiyên ku gel di dema bichûnê de kişandin jî kir û ev tişt got: “ Di nava van salan de pir zor û zehmetî jî hatine kişandin. Zahmetiyên di warê pîskolojîk, fîzîkî û di warê erdnîgarî de. Ji cihekî wekî botanê ku wekî bihuşte, derbasbûna cihekî weke Mexmûrê bi serê xwe zor û zehmetiyek e.  Lê ji ber ku gelekî afrîner bû, girêdayî civaka xwezayî ji tunebûnê hebûn afrand, bi keda xwe ji bo xwe jiyaneke ava kir û heta roja îro li ser piyan ma. Ev Wargeh weke kelheke berxwedanê  ye. Tabî ev jî tiştekî ne ji rêzê ye. Di vî warî de gelek bedel hatin dayîn  ji ber ne zanî û ne naskirina erdnîgariye zarok li ber çavê dayikê xwe li vê  çolê winda bûne. Dîsa zarok ji tîna li ber çavê dayik û bavên xwe mirine. Herwiha dyikek din din bi zarokên xwe re di bin parçeyekî çadir de,  ji bo ji zarokên xwe re xwerinekê çê bike agir digre çadirê û bi zarokên xwe re dişewite. ev tişt gelek tirajedîkin yên ku di jiyana mirovan de tu carî nayên ji bîr kirim gelek  bûyerên bi vî rengî hene ku mirov bahsa wan bike. Tenê di encama pêvedana dûpişk û maran de li pêş çavê dayikan û bavan zarokên wan jiyana xwe ji dest dan e. Ji ber vê ye ku ev gel bi berxwedan û rûmeta xwe tê naskirin.  Nêzîkatiyên PDK’ê yên li hemberî Wargehê ji xwe bi salane tên zanîn û heta roja me ya îro jî ev nêzîkatî berdewamin.”   ‘Polîtîkayên NY’ê yên li ser Wargehê’    Çîçekê bal kişnd ser polîtikayên Netewyên Yekbûyî  (NY) yên li ser Wargehê jî û wiha got: “Polîtîkayên Netewên Yekbûyi berbiçavin, li ser wargehê, di aliyekê de dest werdan dike, alîkarî dide, û dixweze bibe alîkar. Di aliyê din de jî di milê parastinê û di milê xwedî lêderketinê de alîkarî nake. Ev polîtîkaya ser bi xwe ya Netewên Yekbûyi ye ku li ser Wargehê dide berdewamkirin. Ji ber wê jî PDK û dewleta tirk vê ji bo xwe wekî fersend dibinin. Dewleta tirk û DAÎŞ di her fersendê de êrîş dikin.  Di sala 2014’an de firotina erdnîgariya Mexmûrê û radestî Daîşê kirin, bi serê xwe dibe sedemê êrîş kirinê û gef xwerinê.”   ‘Yekitiya neteweyî girîng e’     Di roja me ya îro de hewildanek ji bo Yekîtiya Netewî ya Gelê kurd hey. Ji xwe weke tê zanîn Rêber Apo bi daxweza xwe û pêşinyara xwe bi salane dixweze vê bixe meriyete.  Di encama van hewldanan de yektiya neteweyî ket rojeva Gelê kurd.  de Yekîtiya Netewî kete meriyetê.  Li kîjan parçê Kurdistanê dibe bila bibe  Rêber Apo vê erkê dide ser milê wan û ji bo bilind kirina xebatê dixe bin barekî. Dîsa ji helwestên partiya Kurdan PDK’ê diyare, li ruxmî kû bi navê partiyek siyasî ya gelê Kurd diviya bû ku di nav van hewldanan de cih bigre û ji bo wê jî pêşniyar hat kirn lê  PDK’ê dîsa red kir. Ev jî helwesta wê di warê yekitiya neteweyî de li ber çavan radixe.  Bi salane ev tişt bendewarî jê tê kirin û diviya bû bihata  kirin. Yekîtiya Netewî girînge û ferze ku ev xebat berdewam bike. An na wê gêlê kurd bi parçebûnê têk biçe. Yekîtiya Netewî ji bo me esase, bandora wê  li ser Wargehê jî wê hebe. Wê gelê wargehê bi yekitiya neteweyî ku pêk bê bigihîje aramanca xwe ya ku 26 sal e bi peye ketiye. Ji bo yekîtiyek çê bibe, ji bo Gelê Kurd jî weke gelê cîhanê bigihê mafê xwe. Li ser wêje, ziman, çand, nasname, Kurdistaneke azad, û bi Rêbertiyek azad re bijî.