'Di malên xwe de bin xwe ji Vîrusa Korona biparêzin' 2020-03-30 09:01:04   Xezne Celal   KOBANÊ - Cîgira Desteya Rêveber a herêma Firatê Emîne Bekir teqez kir ku ji bo parastina civakê ew ê hemû rê û rêbazan pêk bînin û got: "Em hêvîdar in ku gelê me bi hişyarî tev bigerin, di malên xwe de bin, xwe û civaka xwe ji Vîrusa Korona biparêzin."   Rêveberiya Xwseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber belavbûna Vîrusa Korona (Covid-19) li cîhanê gelek tedbîrên girîng girtin. Rêveberiya Xweser bi armanca rê li belavbûna Vîrûsa Korona li herêmê bigire di 23'ê Adarê de li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexekirina derketina derva ragihand. Gelê herêmê jî li gorî biryarên Rêveberiya Xweser ên ji bo parastina civakê ya ji Vîrûsa Korona tev digerin. Di derbarê vê mijarê de Cigîra Desteya Rêveber a herêma Firatê Emîne Bekir ji ajansa me re axivî.   'Di malên xwe de parastina xwe, zarokên xwe û derdora xwe bikin'   Emîne  ragihand ku yekem car Vîrûsa Korona li Çînê derket û piştre jî li tevahî cîhanê belav bû û wiha domand: "Heta niha bi hezaran welatiyan di encama Vîrûsa Korona de jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran jî bi nexweşiya Vîrûsa Korona ketine. Heta roja me ya îro jî tu derman ji vê nexweşiyê re nehatiye dîtin. Li gelek dewletan ji bo karibin xwe ji vîrûsê biparêzin qedexeya derketina derva hatiye ragihandin. Biryara qedexekirina derve li Çînê encameke baş da. Ji bo em jî bikaribin rê li pêşiya Vîrûsa Korona bigirin li herêmên Bakur û Rojlhilatê Sûriyeyê di 23'ê Adarê de qedexeya derketina derve hat ragihandin, gel ji sedî 80 vê biryarê pêk tînin. Di derbarê vê biryarê de civaka me jî bi hişyarî tev digerin û di malên xwe de parastina xwe, zarokên xwe û derdora xwe dikin."   'Em hewil didin di warê parastina civakê de tedbîrên girîng bigirin'   Emîneyê diyar kir ku giştî sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser, Rêxistina Kongreya Star, cihên giştî û suka bajêr hatin rawestandin û wiha pê de çû: "Ji ber belavbûna Vîrûsa Korona li tevahî cîhanê piraniya saziyên civaka sivîl hatin rawestandin. Tenê desteya tenduristî, şaredarî, firina nan, hêzên Ewlehî (Asayîş) û firoşgeh li ser kar in û tedbîrên xwe yên pêwîst girtine. Desteya tendirustî ya herêma Firatê gelek tedbîr girtine, kadroyên tendirustîyê bi şev û roj dixebitin. Her wiha şaneya kirîzê hat avakirin ew jî ji asayîş, desteya tendirustî, şaredarî û Rêveberiya Xweser pêk tê. Di derbarê tedbîr û hişyarkirina gel de biryarên girîng derdixe. Piştî qedexekirina derketina derve hat îlankirin gelek firoşgeh heta derengiya şevê vekirî diman, lê ji 25'ê Adarê ve firoşgeh ji seat 06:00'an heta 16:00'an vekirî dimînin. Kesên ku ji bo pêdiviyên rojane ji malên xwe derdikevin pêwist e tedbîrên xwe bigirin, çi ji aliyê rûdank an jî lepikan de. Em hewl didin ku di warê parastina civakê de tedbîrên girîng bigirin û rê nedin ku Vîrûsa Korona derbasî herêmê bibe."   'Em hêvîdar in ku civaka me bi hişyarî tev bigere'   Emîneyê destnîşan kir ku ji her kesî tê xwestin ku li gorî biryarên Rêveberiya Xweser, desteya tenduristî û Hêzên Ewlehiyê tev bigerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi taybet ji gel tê xwestin ku biryarên desteya tenduristiyê pêk bînin ji ber ku em îro di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin e û ev tedbîr jî ji bo ewlehî û parastina me ye. Bangewaziya me ji bo gelê herêma Firatê ku ji malên xwe dernekevin, biryarên ku hatine dayin ji bo parastina me û zarokên me ne û derneketina derve çarayeke ku ji bo vê nexweşiyê tê dîtin e. Em ê bi erka xwe rabin, hemû rê û rêbazên ji bo parastina civakê bi kar bînin. Em hêvîdar in ku gelê me bi hişyarî tev bigerin, di malên xwe de bin, xwe û civaka xwe ji Vîrûsa Korona biparêzin."