Konên penaberan hat şewitandin 2020-03-29 18:27:47   HESEKÊ - Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Navçeya Serêkaniyê û Girê Spî kir, dest bi guhertina demografiya herêmê kir. Li gor çavkaniyên herêmî dewleta tirk daxwaz ji koçberên Sûriyeyê ku li Tirkiyeyê dimînin kir ku biçin Serêkaniyê lê ji ber qebûl nekirine, kampên koçberan hat şewitandin.   Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Navçeya Serêkaniyê û Girê Spî kir, dest bi guhertina demografiya herêmê kir. Li gor çavkaniyên herêmî dewleta tirk daxwaz ji koçberên Sûriyeyê ku li Tirkiyeyê dimînin kir ku biçin Serêkaniyê lê ji ber qebûl nekirine, kampên koçberan hat şewitandin.   Piştî êrîşên li ser Serêkaniyê heya vê kêliyê jî malbatên çeteyan yên ku ji Idlibê û Hemayê her wiha hin malbatên çeyetan ku li Tirkiyeyê bûn ew derbasî Serêkaniyê kirin û bi vê yekê demografiya herêmê didin guhertin.    Ne tenê ev her wiha zimanê tirkî jî li Serêkaniyê hatiye ferzkirin û di dibistanan de tê xwendin û zarok êdî ne dîroka xwe dîroka tirkan dixwînin, ev jî xeteriyeke pir mezin dide avakirin. Navê nexweşxaneyan jî hatin guhertin. Navçeya Serêkaniyê ku di her kêliyê de têkoşîna parastina çand û dîroka şaristaniya mirovahiyê dikir îro rastî êrîş û guhertinê tê.    Vê carê jî li gor çavkaniyên herêmî ji koçberên Sûriyeyê ku niha li ser sînorê Tirkiyeyê û Yewnanistanê dimînin, daxwaz kirin ku ew koçber biçin Serêkaniyê û li wir bicih bibin, lê koçberan ev yek qebûl nekirin.   Duh di saetên êvarî de dewleta tirk piştî neqebûlkirina daxwaza wê ji Koçberên Sûriyê kampê wan şewitandin û di dîmen de jî tê gotin ku di encama şewatê de hin kesan jiyana xwe ji dest dane.    Hêjayî gotinê ye ku Tirkiyê di 28'ê Sibatê de, ragihand ku ew li gorî tiştê ku ew di sala 2016'an de bi Yekîtiya Ewropî re li hev nekir.  Lewma wê pêşî li koçber û penaberan negirin.