Xeta telefonê ew ê li dijî tundiyê vekirîbe 2020-03-29 13:19:31   ÎZMÎR - Navenda Jinê ya Baroya Îzmîrê diyar kir ku jinên ji mecbûrî li malê dimînin ger bi tundiyê rû bi rû bimînin ji bo wan ew ê xeta telefonê ya li dijî tundiyê vekirîbe.   Piştî bangên ji bo pêşîgirtina Vîrusa Koronayê ya 'li mal bimîne' Navenda Jinê ya Baroya Îzmîrê diyar kir ku jinên ji mecbûrî li malê dimînin ger bi tundiyê rû bi rû bimînin ji bo wan ew ê xeta telefonê ya li dijî tundiyê vekirîbe. Navenda Mafên Jinê daxwaz kir ku li dijî tundiyê bila xeta telefonên navendên pêşîgirtina tundiyê jî vekirîbin.    Navenda Mafên Jinê diyar kir ku jin dikarin bi saya hejmara 0232 400 00 04 serî lê bidin.