Li Girtîgeha Urmiyeyê jinên girtî dest bi greva birçîbûnê kirin 2020-03-29 11:27:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Ûrmiyeyê ya Îranê girtiyek jin ji ber Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest daye û 200 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirine.    Yek ji cihên ku herî zêde Vîrusa Koronayê lê belav dibe jê Îran e. Li Îrana ku heta niha 2 hezar û 517 kesî jiyana xwe ji ber Vîrusa Koronayê ji dest daye hat diyarkirin ku di demeke nêz de jina girtî ya bi navê Fatima Alizade (53) jî ji ber Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest daye. Hat gotin di dema nexweşiya Fatimayê de mudaxaleyek nehatiye kirin. Her wiha hat zanîn ku koguşên 1'em û 2'yemîn jî ji bo karantînayê hatine veqetandin.    Her wiha hat diyarkirin ku 200 girtiyên jin ji ber şerdên ne baş û ji ber ku ji serbestberdan bi şerd fêde negirtine dest bi greva birçîbûnê kirine.    Hat diyarkirin ku heta şerdên girtiyên jin bên qebûlkirin ew ê girevê dewam bike.