MED TUHAD-FED: Girtî bi Vîrusa Koronayê hatin tehdîdkirin 2020-03-29 11:16:39   AMED - Di daxuyaniya nivîskî ya MED TUHAD-FED'ê de rapora girtîgehan a heftane hat diyarkirin û hat gotin:"Li dijî vê cudatiyê em dixwazin hemû kes bertekê nîşan bidin. Bila civak û raya giştî a demokratîk balê bikşîne ser vê mijarê."Her wiha di raporê de hat gotin girtî bi Vîrusa Koronayê hatine tehdîdkirin.   Federasyona Komeleya Hiqûqî û ya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) di daxuyaniya nivîskî de rapora heftane ya girtîgehan parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin Vîrusa Korona nexweşiyek cidî ye û zû belav dibe û hat gotin hîn ji bo wê derman nehatiye dîtin.    'Girtîgeh di bin rîskek mezin de ye'   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Vîrusa Koronayê her ku diçe belav dibe û girtîgeh di bin rîskek mezin de ye. Li girtîgehan girtina tedbîran gelekî qels e. Li cîhanê rejîmên otorîter jî derbarê mijara girtîgehan de hinek gav avêtin. Hinek welatiyan girtî û hikumxwar serbest berdan. Şerdên li girtîgehan têrî parastina ji bo tenduristiyê nake. Divê di mijara girtîgehan de gavên cidî bên avêtin."   'Cudakarî nayê qebûlkirin'   Di daxuyaniyê de hat gotin di mijara tehliyeyan de cudatî tên kirin û wiha dewam kir:"Di pakêta darazê de girtiyên siyasî cih nagirtin Cudakarî nayê qebûlkirin. Ev nexweşî bûye pirsgirêka mirovatiyê. Em banga xwe ya li partiyên siyasî ya ji bo wekheviya înfazê dubare dikin. Li dijî vê cudatiyê em dixwazin hemû kes bertekê nîşan bidin. Bila civak û raya giştî a demokratîk balê bikşîne ser vê mijarê."Her wiha di raporê de hat gotin girtî bi Vîrusa Koronayê hatine tehdîdkirin."