Desteya tendirustî û şaredarî li dijî koronayê di nava liv û tevgerê de ne 2020-03-29 09:15:17   Xezne Celal   KOBANÊ - Hedlê Hesen û Rewşen Ebdî ragihandin ku piştî belavbûna vîrûsa Koronayê li cîhanê belav bû ew li djî vîrusê amadekariyên xwe dikin û gotin: "Heta niha vîrûsa Korona li herêma me nehatiye dîtin, ji bo ku vîrûs li herêma me dernekeve pêwiste gel alîkariya me bikin û tu kes ji malen xwe dernekevin."   Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê li seranserî cîhanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tedbîr hatin girtin. Desteya tenduristiyê ya herêma Firatê jî tedbîrên xwe girtin û du nexweşxaneyên taybet  yên ji bo karantînayê vekirin. Her wiha nexweşxaneyên Kobanê bi şev û roj xizmeta gel dikin û dema kes derbasî nexweşxaneyê dibe bi alavên germahiya laş tên kontrolkirin. Şaredariya herêma Firatê giştî sazî, dezgeh, dibistan û mizgeft dezefenfekte kirin û kolanên Kobanê her roj paqij dike.    Di vê mijarê de Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê Hedlê Hesen û hevseroka şaredariya herêma Firatê Rewşen Ebdî ji ajansa me re axivîn.   'Bijîşk, hemşîre û ambulansên me bi şev û roj amade ne'   Hedlê ragihand ku vîrûsa korona li cîhanê belav bûye, lê heta niha negihêştiye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha pê de çû: "Em  wek desteya tenduristiyê amadekariyên xwe dikin da ku vîrûs derbasî herêmên me nebe. Destpêkê me li girê Miştenûr navenda tendirustiyê (Karantîna) vekir û amade kiriye. Me navendeke din jî li Kobanê ji bo rewşên awarte vekir, berê bi navenda bijîşkên sînor nenas dihat nas kirin. Ambulans, hemşîre û bijîşkên me jî li van navendan amade ne û 24 seatan wê li ser kar bin. Ger rewşek bi guman hebe ku bikesi re ev vîrus hatibe dîtin destpêkê ambulans û kadroyên tenduristiyê  rewşa wî/ê li malê temaşe dikin. Piştî ku hat tesbîtkirin ku vîrûs bi wan re hatiye dîtin, wê li van navendên bên derman kirin. Em amadekariyên xwe dikin ku ciheke mezintir di demên pêş de vebikin."   'Heta niha vîrûsa Korona li herêmên me tune ye'   Hedlê teqez kir ku niha qedexekirina derva hatiye ragihandin ji bo ku gelê me li hevdu kom nebin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê dîsa jî gelê me li ber malên xwe li hevdu kom dibin ev yek jî şaş e. Em hêvîdarin ku li hevdu kom nebin, çûn û hatinê di vê demê de bidin rawestandin. Pêwîste gel di mal de parastina xwe û derdora xwe bike. Ji bo em jî rewşa ku tevahî cîhan pe re rûbirûye, nejîn. Heta niha vîrûsa korona li herêma me tune ye, gel jî bi me re bibê alîkar ji herêmê dernekevin, çûn û hatin çênebe dê vîrûs derbasî herêmê nebe."   'Hêvîdarin ku gelê herêmê bi me re bibê alîkar'   Rewşenê jî  diyar kir ku piştî belavbûna vîrûsa Koronayê şaredariya herêma Firatê gelek tedbîr girtin û got: "Sazî û dezgehên Kobanê, dibistan, mizgeft û cihên giştî bi alîkariya desteya Ekolojî ya herêmê hatin dezefengtekirin. Kolanên sereke yên bajêr hatin şuştin û di demên pêş de wê werin derman kirin. Rojane bajar tê paqijkirin, karker berê carekê derdiketin paqijiyê, lê niha du caran derdikevin û hemû bajêr paqij dikin, ji ber ku li hember vê vîrûsê paqijî tişta herî girîng e. Niha giştî kar hatiye rawestandin tenê paqijî, dezefenfekte û beşên ji  avê berpirs li ser kar in. Hêvîdarim ku gelê me di her aliyê de bi me re bibin alîkar û em  bi hêvî ne ku şewba vîrûsa korona derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe."