‘Li Gel Îmralî hemû girtîgeh di bin xeterê de ne’ 2020-03-29 09:10:46   Medya Uren   AMED - Berîtan Yaşar da zanîn ku li ge îmralî hemû girtîgeh di bin xeterê de ne û ev tişt got: “Di serî de mafê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, yê hemû girtiyan tê binpêkirin, li gel ku ewlehî nayên girtin, di pêvajoyek wisa de tecrîtê girantir dikin.”   Bi belavbûna vîrusa koronoyê (COVÎD-19) re hemû Tirkiye di bin metirsiyê de ye. Li Tirkiyê ji ber vîrusa koronoyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêde dibe û  kesên ku vîrus bi wan re heye jî hejmara wan bi hezaran e. Ji ber vê sedemê bi hinceta wlehiyê Wezîrê Dadê hevdîtina li zindan qedexe kir. Lê li gorî tê îdakirin paqijiya li girtîgehan sînordar e û di warê parastina tendirustiya kesên girtî de tu pêşketin nîne. Li Îmralî û hemû girtîgehan li gel negirtina ewlehiyê tecrît tê girankirin. Li gel ku parêzeran gelek caran daxwaza mafê axaftina bi telefonê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir jî nehat qebûlkirin. Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berîtan Yaşar têkildarê tecrît û ewlehiyên ji bo vîrusê tê girtin axivî.   ‘Ji her alî de êrîşî me dikin’   Berîtan di destpêka axaftina xwe de got bi Rêberê PKK’ê re hemû Rojhilata Navîn di bin tecrîtê de ye. Berîtan, weke ku hertim em dibêjin ji bo aramiya rojhelata navîn çareserî li Îmraliyê ye, lê îro kesên naxwazin çareserî were afirandin tecrîtê giran dikin. Berîtan got tecrît nîşaneya hişmendiya êrişker e û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku êrişeke her alî li ser me tê meşandin. Çi di aliyê aborî û derûnî de be polîtîkayên taybet li ser me tên meşandin. Bi taybetî tecrît û êriş li ser jinan, xebat û jiyana wan tê meşandin. Di kuçe û kolanan de, qada ku tu herî zêde xwe lê azad hîs dikî ev êriş tên meşandin. Ya herî girîng jî tu nikarî fikara xwe azad bînî ziman. Herkes dizane tişta tê kirin tecrid e. Armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê tê meşandin berdewamkirina şer û polîtîkayên bişaftinê ye. Di kesayeta Rêber Apo de dixwazin vîna gel deste ser bikin. Bi vê re di rojhilata navîn de kausek mezin pêk tê. Em bi vê yekê re dibînin ku çareserî nayê xwestin li dijî wê îktidar di pêkanîna êrişan de bi israr e.”   ‘Tecrît bandora xwe li ser civakê jî dike’   Berîtan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya sîyasî û wiha got: “Li Tirkiyê li holekê kirîz heye û li aliye din jî polîtîkayek taybet li ser ciwanên kurd û bi taybet ji li ser jina kurd tê meşandin. Lewra mînaka Gulîstan Doku a li Dêrsimê hatiye wendali kirin ber çavan e û bi me dide nîşa kirin. Tecrîtek her alî li ser gel tê meşandin, polîtîkayên asîmlasyon û bişaftinê  ji di nav van de ne. Herwiha 21 sal e tecrîta giran kirî li ser Rêberê PKK’ê ji t ê meşandin di rojeva me de ye. Lê bi belavbûna vîrusê re, girtîgeh û Îmralî divê bêhtir di rojeva me de bin. Ango ji bo mafê girtiyan neye binpêkirin û ji girtîgehan derkevin divê gel serî hilde. Tê zanîn ku yek ji holên herî  zêde di bin xeterê de ne girtîgehin. Tecrîda li ser girtiyan bandoreke mezin li ser civakê ji dike.  Weke gel xebat û daxwazên me yên şikandina tecrîtê hene lê divê ev bi rêxistinbûyîneke qayîm re pêk were. Rêxistinbuyîna me tê wateya şkandina tecrîdê ango şkandina tecrîdê ji tê wateya azadiya civakê. Divê em di nav hewldanan de bin.”   ‘Bila deriye girtîgehan bê vekirin’   Berîtan da zanîn ku îktidar rakirna tecrîdê qebûl nake û ne di ferqa ku sûcê mirovahiyê dike de ye. Berîtanê wiha axaftina xwe da berdewamkirin: “ Ev rewşa tecrîtê niha li ser hemû girtîgehan tê meşandin. Di girtîgehan de bi hezaran girtiyên nexweş ango yên nexweşiya wan giran hene. Di rewşên awarte de ji ev girtî tên jibîrkirin.  Li rex bewelehiyê tecrit jî li ser wan tê meşandin. Di van rewşan de divê hikumet tedbîran bigire û ewlehî derkeve asta herî jor. Lê em dibînin ku hewildanek ya wan bi vî rengî ji tüne ye. Em dizanîn ku ji derveyî malbatan gelek çuyîn hatin li girtîgehan pêktê. Xarinpêj, gardiyan be. Ev ji bo girtîgeha Îmralî jÎ derbaz dare. Di aliyê ewlehiyê de çi tê kirin jî em nizanin. Xeber nayê dayîn  û  rewşa tecrîtê tê girankirin. Divê di vî derbarî de partiyên sîyasî û civak jî ji bo mafên girtiyan têbikoşin. Ji rica kirinê zêdetir divê em bi serhildanê vÎ mafê xwe bigirin. Em weke meclîsa ciwanan dibêjin werin em bi rêxistinbûyînê tecrîtê û polîtîkayên taybet vale derbixin. Bila deriye girtîgehan bê vekirin.”