Rojnameger: Ji bo hûn ji rastiyan agahdar bibin piştgiriyê bidin me 2020-03-29 09:02:30   Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan    AMED - Li girtîgehan bi  hezaran rojnameger hene û bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne. Rojnamegerên ku ji bo hempîşeyên xwe yên girtî li hev kom bûn, ‘Înîsiyatîfa Agahiya Te Jê Heye’ ava kirin. Der barê rojnamegerên girtî de jinên rojnamger  axivîn û diyar kirin ku divê ji rojnamegeran re qadên bi ewle bên avakirin.    Li gorî daneyên dawî, heta niha li seranserî cîhanê bi hezaran kesî re vîrûsa koronayê peyde bûye. Bi hezaran kes jî piştî ku vîrus li wan peyda bûye dermankirina wan hatiye kirin û ji vê nexweşiyê pak bûne. Herwiha ji ber vê vîrusê bi hezaran kesî jî jiyana xwe ji dest dane. . Li Tirkiyeyê jî hejmara  kesên ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane zêde dibe  û bi hezaran kesî re jî ev vîrus hatiye dîtin. Li Tirkiyeyê herî zêde jî  girti bi gefeke mezin a vê vîrusê re rû bi rû ne. Li girtîgehan bi  hezaran rojnameger hene  û ew jî bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne. Rojnamegerên ku ji bo hempîşeyên xwe yên girtî li hev kom bûn, ‘Înîsiyatîfa Agahiya Te Jê Heye’ avakirin. Înîsiyatîfê, ji bo xebata xwe ya yekemîn gav avêt û di vê çarçoveyê de, li ser medyaya civakî dest bi kampanyaya kir. Têkîldarî mijarê rojnamegerên jin axivin.    ‘Divê em li hemberî  pakêta darazê bêdeng nemînin’   Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Gûney bal kişand ser paketa darazê û anî ziman ku xeta wan a sor girtî û rojnamegerên girtî ne û wiha got:” Pirsgirika Tirkiyeyê ya sereke pêşî girtina li azadiya çapemeniyê ye. Li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan  rojnamegerên girtî hene. Niha  rojeva me ya  sereke rewşa girtiyan e.  Di paketa darazê  ku ji hêla îktîdarê ve ji bo girtîgehan hatiye amadekirin de ji girtiyên siyasî re bi tu awayî cih nehatiye day’in û ne adîl e. Bi vê pakêtê re wê kesên destirêjî kirine, tecwaiz kirine û kujer serbest  berdin. Lê kesên ku ew bi nûçeyên xwe  teşhîr kirine  terikî mirinê dikin. Em vê qebûl nakin.  Divê em li hemberî vê paketê dengê xwe bilindtir bikin.  Niha ji sedan zêdetir rojnameger ji ber ku raya giştî ji rastiyan agahdar kirine girtî ne. Divê bi lez û bez di serî de girtiyên nexweş û pişt re jî hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Wexta nîqaşkirinê nema. berî ku ev nexweşî belav belavî girtîgehan bibe divê tedbîr bên girtin.”    ‘Em dixwazin bibin denge rojnamegeran’   Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşanî  armanca avakirina platforma ‘Înîsiyatîfa Agahiya Te Jê Heye’ kir û wiha pê de çû:”Me wekî platform ku tê de her rojnamegerek cih digire ‘Însîyatîfa Agahiya Te Jê Heye’ ava kir. Armanca avakirina vê Însîyatîfê zêdetirin rojevîkirina hevalên me yên rojnameger e. Em dizanin ku heta têkoşîneke bi rêxistinî neyê meşandin kes nikare maf jî bixwaze. Me ev di tecrûbeyên xwe de dît. Li dijî bêmafiyê em rojnameger bûn yek û me biryar da ku însîyatîfeke bi vî awayî ava bikini.”    ‘Divê ji rojnamegeran re qadên ewle bên vekirin’   Ayşeyê di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku di pêvajoyeke wiha de tendûristiya rojnamegeran ji her tiştekî girîngtir e û wiha pê de çû:” Tendûristiya hevalên me ji her tiştekî girîngtir e. Ji bo ku rojnameger bikaribin gel ji rastiyan agahdar bikin, hewceye ku bi derfetên herî ewle bixebitin. Di pêvajoyeke wiha de gelek xebatkarên me li malê dixebitin. Bêgûman em ne hînî xebata malê ne lê tendûristiya endamên me ji her tiştî girîngtir e. Divê bi lez ji rojnamegeran re qadên ewle bên vekirin û tedbîr bên girtin.”    ‘Em ji rastiyan berpirsiyarin’   Hevseroka ‘Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat’  Dîcle Mûftûoglu jî daxuyand ku di vê pêvajoyê de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milên rojnamegeran û wiha axivi:” Di pêvajoyeke wiha de herî zêde jiyana me rojnamegeran di xeterê de ye. Ji ber ku em ji rastiyan berpirsyarin û divê bi nûçeyên xwe raya giştî ji rastiyan agahdar bikin. Belê em ne xwedî kargehanin ku em bibêjin em ê kargeha xwe bigirin biçin li malê rûnên. Em nikarin wisa bibêjin. Em ji gel re dibejin dernekevin em ê we ji rastiyan agahdar bikin. Niha gelek ji me li malê dixebitin û gelekên me jî li kolanan li pey nûçeyane, bi gefeke mezin re rû bi rû ne û jiyana wan di xeterê de ye.”   ‘Em nûyên xwe teyit dikin’   Dîcleyê di berdewamiya axafina xwe de da zanîn ku ew di xwegîhandina çavkaniyan de zehmetiyan dikşînin û wiha got:” Dema ku em li rewşa heyî dinêrin, em baş dibinin ku em bi rewşeke awarte re rû bi rû ne. Her şev piştî seat 12.00’an  Wezarata Tendûristiyê daxuyaniyê dide çapemeniyê. Ji xeynî hejmara mirî û kesên bi wan re vîrus hatiye dîtin tu agahiyeke cuda nade. Hevalên me yên ku li ser vê mijarê nûçeyan çêdikin bi îdaya “Gel ditirsîn” tên binçavkirin. Veşartina rastiyan nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em zêdetir dixebitin.  Ger me duh nûçeyek du caran teyît kiribe, îro em çar caran wê nûçeyê teyît dikin.”   ‘Ji bo agahdanariyên rast bibin denge hevalên me’   Dîcleyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rojnamegerên girtî û wiha dawî li axafina xwe anî: “Tirkiye bi rêveberiya xwe ya desthilatdar  girtîgeha herî mezin e. Mirov vê dikare di paketa darazê ya nû de bibîne. Divê di van şert û mercan de hevalên me bi lez bên berdan. Lê ne tenê rojnamegerên girtî di heman demî de divê girtiyên siyasî jî bên berdan. Em bang li herkesî dikin û dibêjin, ger ku hûn  dixwazin ji rastiyan agahdar bin divê hûn bibin denge hevalên me. “