ROJEVA 29’Ê ADARA 2020’AN 2020-03-29 09:00:00   *Li girtîgehan bi  hezaran rojnameger hene û bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne. Rojnamegerên ku ji bo hempîşeyên xwe yên girtî li hev kom bûn, ‘Înîsiyatîfa Agahiya Te Jê Heye’ ava kirin. Der barê rojnamegerên girtî de jinên rojnamger  axivîn û diyar kirin ku divê ji rojnamegeran re qadên bi ewle bên avakirin.    *Piştî biryara qedexekirina derketina derve ji bo vîrusa koronayê êdî her kes li mala xwe dimîne. Li gel vîrusa heyî êrîşên dewleta tirk ên li ser şêniyên Şehbayê dewam dikin. Jinên  Efrînê yên li Şehbayê  derbarê êrîşan de dibêjin: "Tevî ku em di mala xwe de ne dewleta tirk me topbaran dike, li aliyekî   vîrûs me tehdit dike û li aliyê din jî topbarana dewleta tirk me tehdîd dike." DÎMEN HEYE   *Berîtan Yaşar da zanîn ku li ge îmralî hemû girtîgeh di bin xeterê de ne û ev tişt got: “Di serî de mafê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, yê hemû girtiyan tê binpêkirin, li gel ku ewlehî nayên girtin, di pêvajoyek wisa de tecrîtê girantir dikin.” BI DÎMEN   *Hedlê Hesen û Rewşen Ebdî ragihandin ku piştî belavbûna vîrûsa Koronayê li cîhanê belav bû ew li djî vîrusê amadekariyên xwe dikin û gotin: "Heta niha vîrûsa Korona li herêma me nehatiye dîtin, ji bo ku vîrûs li herêma me dernekeve pêwiste gel alîkariya me bikin û tu kes ji malen xwe dernekevin." BI DÎMEN   *Aktîvîsta mafên jinan a Îranî û hiqûqnas M.A, tevî zor û zehmetiyên rêwitiya ji Îranê heta Tirkiyeyê, penabertî û tecawizê det ji têkoşîna jinê berneda û got: “Ji ber ez bûm dengê jinên bi tecawizê re rûbirû man, tecwaizî min kirin. Lê tu car min dest ji têkoşînê berneda.” BI DÎMEN   *Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî balkişand ser vîrusa korona ya ku wê li girtîgehan rê li ber pirsgirêkên cidî vebike û got: “Divê ji bo girtiyan test bê kirin û tedbîr bên girtin.Li girtîgehan tedbîrên cidî yên dezenfekte û kontrolê hene lê ev li tedbir li qawîşên girtiyan nayên girtin. Ji bo girtiyan pêngava herî girîng ya divê bê avêtin tahliye ne.”   *Berdevka Yekitiya Ekolojiyê Suheyla Dogan, diyar kir ku desthilatdariyê vîrusa belav bûye ji xwe re kiriye derfet û der barê qadên di bin parastinê de rêzikanme derxistiye û got: “Bi vê rêziknameyê jî ev qadên sît jî dan sanayiya madenê. Vekirina van qadan, rê li ber belavbûna nexweşiyan vedike.” BI DÎMEN   *Hevseroka Şaxa SES a Mêrdînê Şukran Guzel diyar kir ku der barê vîrusê de li Mêrdînê hîna agahiyên zelal negirtine û got li hinek nexweşxaneyan sererastkirina tirajê tê kirin û got: “Me xwest em der barê kêmasiyan de û agahiyên rast bi Midûriyeta Tenduristiyê re hevdîtinê bikin. Lê mixabin bersivek nedan me.”   *Hevseroka TUAY-DER’ê Mehtap Metîn, bi lêv kir ku tecrîd bandorê li ser hemû civak û girtiyan dike û got: “Divê civak li dijî tecrîdê refleksek xurt nîşan bide. Tecrîd sûcê giran yê li hember mirovahiyê ye.” BI DÎMEN   *Piştî belavbûna vîrûsa koronayê girtîgeh bûn cihê herî xeter. Nafiye Çoban a ku du keçen wê di girtîgehê de ne diyar kir ku Keça wê Şehrîban a di Girtîgeha Şakranê de ye bi rêya telefonê lê geriyaye,  bal kişandiye ser rewşa girtîgehê û wiha gotiye: "Li vir rewşeke xeternak heye û dibêjin tedbîr hatine girtin lê belê pêdiviyên dezengfekteyê jî nadin me. Ev rêbaz dê bibe sedema belavbûna vîrûsê ya li girtîgehan."