Li Cizîrê jinek xistin bin karantinayê 2020-03-28 16:21:07     ŞIRNEX - Xwendekara bi navê F.G. ya ku li Stenbolê dixwend piştî ku hat Cizirê, komên tenduristiyê wê birin Şirnexê xistin bin karantinayê.   Vîrûsa koronayê (Cov’îd-19) ku li hemû cîhanê belav bûye her ku roj diçe xetere zêde dibe. Xwendekara bi navê F.G. ku li Stenbolê dixwîne piştî dibistan hatin girtin hat mala xwe ya li Cizîra Şirnexê. Dûh komên tendûristiyê hatin mala wê û wê birin Şirnexê xistin karantinayê. Hat diyar kirin ku F.G. dê 14 rojan li wir dê karantînayê de be.