'Rojnamegerên girtî divê bên berdan' 2020-03-28 14:31:32   STENBOL - Rêxistina Efû ya Navneteweyî bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî û daxwaza serbest berdana rojnamegeran kir.    Şaxa Rêxistinê Efû ya Navteweyî ya Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîkî weşand û bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî. Di daxuyaniya nivîskî de hat diyar kirin ku Tirkiye hiqûqa heyî bi kêfî bi kar tîne.    Rêxistina Efûyê di daxuyaniyê de da zanîn ku bi girtina Bariş Terkoglû, Bariş Pehlîvan, Hulya Kiliç, Mûrat Agirel, Aydin Kevser û Mehmet Ferhat Çelîk re mafê azadiya ragihandinê hatiye binpêkirin. Rêxistinê li ser girtina rojnamevanan fikarên xwe yên kûr anî ziman û got: "Darizandin ne bi pîvan in. Divê rojnameger serbest bên berdan."