Li Herêma Federal a Kurdistanê bi tevahî 122 kes bi vîrûsê ketine 2020-03-28 13:54:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federal a Kurdistanê 9 kesên din bi vîrûsa korona ketin û bi giştî heta niha 122 kes bi vîrûsa korona ketine û 51 kesên bi vîrûsê ketine jî sax bûne.    Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Federal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Hewlêrê 8 kes û li Helebceyê kesek bi vîrûsa korona ketine.   Li gorî daxuyaniyê li Herêma Kurdistanê hezar û 422 kes di karantînayê de ne. Ji vane 425 kes li Hewlêrê ne, 281 kes li Silêmaniyê, 628 kes li Dihokê, 30 kes li Helebce, 5 kes li Germiyan, 32 kes li Raperîn û 20 kes jî li Koyeyê di karantînayê de ne. Bi giştî heta niha li Herêma Kurdistanê 122 kes bi vîrûsa korona ketine, 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 51 kes jî sax bûne.