Komeleya Wêjekarên Kurd: Bila hemû girtî bên berdan 2020-03-28 10:11:18   AMED-Têkildarî belavbûna Vîrusa Korona û bandora wê ya li ser girtîgehan Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang li raya giştî hat kirin û hat gotin:” Em weke Komeleya Wêjekarên Kurd bang li raya giştî dikin ku hem jiyana mirovên li derve ne û hem rewşa girtiyan demildest bigirin ber çavan.”   Vîrusa Korona (Covid-19) her ku diçe li cîhanê belav dibe û dibe sedema mirina bi hezaran kesî. Li Bakur û Tirkiyeyê jî her ku diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibin û tedbîrên ku hem li derve hem li girtîgehan tê girtin têrê nakê. Têkildarî mijarê Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de rewşa girtiyên di zindanan de hat bibîranîn û wiha hat gotin:” : Bila hemû girtî bên berdan.”   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   “Bi vê talûkeya nexweşiya Vîrusa Korona ku li tevahiya dinyayê belav bûye, jiyana mirovahiyê ketiye bin xetereyeke mezin. Ji bo pêşîlêgirtina vê talûkeyê her çiqas xebat hebin, lê pêşiya mirovên jiyana xwe ji dest didin nayê girtin. Her dewlet li gorî şerd û mercên jiyana civakî ya navxweyî li hember Vîrusa Koronayê tev digerin, şerd û mercan diguherin û zagonan derdixin.  Li Bakurê Kurdîstanê û li Tirkiyeyê jî her ku dihere kesên ku bi nexweşiya Vîrusa Koronayê dikeve zêdetir dibe û mirov jiyana xwe ji dest didin. Vê talûkeya hanê ji aliyê sîstema heyî ve bi aliyekî sist lê tê nerîn û jiyana mirovan bi erzanî digire dest. Di serî de jî şerd û mercên li girtîgehan her tiştî raçav dike.    Em weke Komeleya Wêjekarên Kurd bi awayekî cidî li nexweşiya Vîrusa Korona dinêrin û bang li raya giştî dikin ku hem jiyana mirovên li derve ne û hem rewşa girtiyan demildest bigirin ber çavan. Jiyana mirovan ne ewqasî erzan e. Divê berî mirinek zêde çêdibe, bi awayekî lezgîn çareseriyek jê re bê dîtin û şerd û mercên li girtîgehan bên sererastkirin. Gelek helbestkar, nivîskar, siyasetmedar, akademisyen, rojnameger, parêzvanên mafên mirovan di girtîgehan de ne. Bêyî cudatî bila hemû girtî bên berdan.  Her wiha em weke Komeleya Wêjekarên Kurd, ji bo malbata lawê Helbestkarê navdar Cegerxwîn, Keyo Cegerxwîn ku ji ber nexweşiya Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest daye sersaxiyê dixwazin û êşa malbatê parve dikin.”