'Tevî derfetên kêm em rûpoşan li dijî Vîrusa Korona çêdikin' 2020-03-28 09:33:26   Tolîn Elî   ŞEHBA - Endama Heyva Sor a Kurdî Mecdulin Zeyno li ser çêkirina rûpoşên li dijî Vîrusa Korona axivî û got: "Ev kargeh, rûpoşên tenduristî ya tibî çêdike. Ji bo em şêniyên Efrîn û Şehbayê li hember  Vîrûsa Korona biparêzin, em hewil didin."     Ji ber belavbûna Vîrusa Korona metirsiyeke mezin li ser mirovahiyê ava bûye.Şehba jî yek ji ciheki ku bi dehan penaber lê dijin ku derfetên wan tune ne. Ruxmê derfetên kêm bi pêşengtiya Heyva Sor a Kurdî Kargehek Rûpoşên Tenduristîyê ya Tibî hatiye avakirin. Têkildarî çêkirina maskeyan Endama Heyva Sor a Kurdî Mecdulin Zeyno axivî.   'Tevî derfetên kêm em rûpoşan li dijî Vîrusa Korona çêdikin'   Mecdulin di despêka axaftina xwe de bal kişand ser çêkirina rûpoşan û wiha pê de çû: "Em li Şehbayê di bin dorpeçê de dijîn. Me wek Heyva Sor a Kurdî ji bo gelê xwe hin tedbîrên pêwist li dijî Vîrusa Koronayê girtiye. Li hember Vîrusa Korona ya herî pêwîst rûpoş e. Me jî ji bo rûpoşê qumaşê tibî kirî û dest bi çêkirina rûpoşan kir. Tevî derfetên kêm em rûpoşan li dijî Vîrusa Korona çêdikin."   'Em ê heta dawiyê xizmeta gelê xwe bikin'   Mecdulin diyar kir ku ev rûpoş ji bo parastina gel e û wiha got: "Ev rûpoş ji bo noqteyên tenduristîyê û tevahî gel e. Em encax dikarin bi vî awayî gelê xwe ji Vîrusa Korona biparêzin. Ji bo ev vîrûs zêde belav nebe, di dirûnxaneyê de li gor pêwistiyên gel, rûpoş hatin amadekirin. Rûxmê derfetên kêm çi ji destê me tê em ji bo gelê xwe dikin. Em ê heta dawiyê xizmeta gelê xwe bikin."