Garîbe Gezer a di hucreya yek kesî de ye dest bi grevê kir 2020-03-28 09:19:40   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Garîbe Gezar a ji girtîgeha Tarsusê surgunê girtîgeha Bunyan a Jinan ya Qeyseriyê hat kirin, li hucreya ku bi rojane girtiye dest bi grevê kir. Xwişka wê Asya Gezer diyar kir ku tu hewcedarî û daxwazên wê pêk nayên û got: “Heta daxwazên wê neyên cih wê grevê bidomîne.”   Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin zêde dibin û ligel vê tehdîda vîrusa korona derket holê. Her wiha di 3’emîn pakêta darazê de jî cih nedan girtiyên siyasî.   Garîbe Gezer di 2016’an de li Nisêbînê di dema qedexeyan de hat girtin û rastî cezayê muebeta giran hat. Garîbe du sal bû li girtîgeha Jinan a Tarsusê bû û di 6’ê Adarê de surgunê Girtîgeha Jinan a Bunyan hat kirin. Garîbe ji roja hatibû surgunkirin di hucra yek kesî de bû û li ser vê dest bi greva birçîbûnê kir. Xwişka wê Asya Gezer got xwişka wê li dijî pêkanînan dest bi grevê kiriye.   ‘Mafê wan tê xespkirin’   Asya Gezer bi lêv kir ku ji ber vîrusê ji xwe ji jiyana girtiyan bi fikarin û got: “Beyî agahiyê bidin me xwişka min surgun kirin. Nahêlin hefteyê carê telefonê bike. Ji roja hatiye surgunkirin di hucreyê de ye. Li girtîgeha Tarsusê Alavên wê hatin desteserkirin. Beyî cil û bergan tu tiştek nedanê. Xwişka min ji 20’ê Adarê de ye di grevê de ye. Bi telefonê ji me re ragîhand.”   ‘Jiyana wan di xeterê de ye’   Asyayê got îdareya girtîgehê ji bo hemû daxwazên Garîbeyê bersiva neyînî daye û wiha pê de çû: “Xwişka min li ser van pêkanînan ket girevê. Jiyana xwişka min û hemû girtiyan niha ji ber vîrusê di bin tehdîdê ye. Tu tedbîr nayên girtin.” Asyayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku birayê wê Haşîm Gezer jî li girtÎgeha Elezîzê dimîne û rewş li wir jî ne cudaye û got birayê wê salek û nîvê li girtîgeha Hejmar 2 Elezîzê di hucra yek kesî de maye.