Jinên Egîtîm Senê:Naverokên ne li gorî pedagojiyê divê bên rakirin 2020-03-28 09:12:12   Safiye Alagaş   STENBOL- Ayfer û Gamze yên endamên Egîtîm Senê, di perwerdehiya ji dûrv e de dîmenên ku di naveroka wan de şîdet hene, nirxandin û gotin: “Tu îfadekirina van dîmenên ku zirarê dide cîhana hundir ya xwendekaran tüne ye. Divê ev naverokên ku tu eleqeya wan di zanistê de tune û ne li gorî pedagojiyêne bên rakirin.”   Piştî vîrusa korona dibistan ketin betlanê û perwerda ji dûrve hat destpêkirin. Di roja ewil a perwerdê de sahneya darvekirina Adnan Menderes hat nîşandan û îlahî dan gûhdakririn. Ligel vê sahneya serjêkirina hukumdarê Fatimî jî hat nîşandan. Li ser vê jî bertek mezin bûn.   Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 7 a Egîtîm Sen ya Stenbolê, mamoste Gamze Yildirim der barê mijarê de axivî û nêzîkatiya MEB’ê ya li hember perwerdê nirxand.   ‘Ev jî nîşan dide ku MEB çiqas ji pêvajoyê dur e’   Gamzeyê diyar kir ku di pêvajoyên wisa de perwerda ji dûve hewce ye û got: “Ez perwerda ji dûrve ji roja ewil de dişopînim. Ji roja min dest bi temaşekirinê kir, ez xemgîn bûm. Em mamosteyên ku ji bo xwendekarên xwe wekhevî, aştî û hezkirinê aşî dikin, saziya ku em girêdayê wê ne jî berovajî vê dike. Anîmasyonên hatine amadekirin, berê hatine amadekirin. Tevî ku ne li gorî asta temenê zarokane, dîmenên ku şîdetê jî aşî dikine. Ev dîmenên wisa nîşan didin ku MEB çiqas ji pêvajoyê dur e.”   ‘Tu îfadekirina van dîmenên ku zirarê didin xwendekaran tüne ye’   Gamzeyê bi lêv kir ku ew hel didin ku têgehên li gorî temenê zarokan bên bikaranîn û got: “Dema em pirtûkên pola xwe ava dikin, em yek bi yek pirtûkan dixwînin ku xwendekar ji ber me zirarê nebînin. Em mamoste wisa baldar tevdigerin. Ji ber vê tu îfadekirina van dîmenên MEB’ê yên ku zirarê didin xwendkarên me tune. Metna lêborînê ya wezîrê perwerdê Ziya Selçuk jî ji samimîbûnê dur e.”   ‘Bi rolên zayendî perwerde nikare bê meşandin’   Seroka Hejmar 3 a Egîtîm Sen a Stenbolê Ayfer Koçak jî got perwerda ji dur ve cihê perwerda rû bi rû nagire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di perwerdehiya ji dûr ve de mafê pirskirina pirsan tune. Ligel vê bi rolên zayendî zarok nikarin perwerdehiyê bibînin. Ev ne pêkane. Di vê pêvajoya îzolasyonê de bi bernameyên kêfxweş dikare asta fikarên zarokan jî bê kêmkirin.”   ‘Lêborîna wezîr têrê nake’   Ayferê destnîşan kir ku dîmenê darvekirin û guhdarkirina muzîkên îlahî bi niyetek baş nehatiye kirin û got: “Di perwerdehiya zarokan de hebûna van dîmenan ne hewceyê nîqaşkirinê ye jî. Wezîr Ziya Selçuk lêborîn xwest. Lê der barê kesên ku ev kirin e de, negotin wê çi bê kirin. Bi nezanîbûn ev dan temaşekirin?Em ê jî pirsa ‘kesên wisa ji perwerdê dur çi karê wan di vir de heye?’. Divê berpirs hesab bidin. Tenê lêborîn têr nake. Divê demildest naverokên ne gorî pedagojîk bên derxistin.”