‘Heke qanûnek ji bo girtiyên siyasî neye derxistin paket nayê qebûlkirin’ 2020-03-28 09:03:16   AMED – Şewba Vîrûsa Koronayê(Kovîd-19) her ku diçe belavtir dibe divî warî de jî   cihên herî xeter girtigeh in.  Parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay û Feleknas Uca li ser pakêta darazê û ewlehiya girtiyan nirxandin kirin.   Vîrûsa Koronayê (Kovid-19) ku li tevahiya cîhanê belav bû piştî Çînê herî zêde li Îtalya, Îran û Fransayê bandor kir. Di heman demê de Çîn, Îran û Îtalya ji ber şewpbê girtiyên xwe tahliye kirin. Her wiha li tirkiyeyê jî her ku diçe ev şewb  belav dibe û hêjmara kesên bi şewbê ketine û ya mirîyan zêde dibe. Li gorî nirxandinên tên kirin girtigeh dikevin beşa xeterê . Bi taybetî kesên nexweş, kal, pîr û zarok di koma rîskê de cihê xwe digirin. Ji ber ku li girtîgehên Tirkiyeyê zêdeyî Hezar û 500 girtiyên nexweş hene di vî warî de gûmanên malbatan jî zede ne û dixwazin bêcudahî hemû girtî bi taybetî jî girtiyên siyasî yên nexweş û temenê wan mezin serbest bêne berdan. Her wiha Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî 21 sal e di bin tecrîdê ye. Li ser van mijaran Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û parlementera Mêrdînê Ebrû Gunay û parlementera HDP'ê ya  Êlihê Feleknas Uca  nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kirin.   ‘Girtigeh di bin xeterê de ne’   Ebrû Gunay di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên girtîgehê û anî ziman ku rewşa girtiyan bi taybetî jî ya jin û jinên ducanî di xeterê de ye. Ebrû axaftina xwe wiha berdewam kir: "Qadên herî bêparastin û xetere girtigeh in. Bi taybetî kesên nexweş, kal, pîr, zarok di koma rîskê de cihê xwe digirin. Ji ber ku li girtîgehên Tirkiyeyê zêdeyî Hezar û 500 girtiyên nexweş hene. Bi taybet jî tendûristiya girtîyan ji ber şert û mercên girtîgehê mirov dixwe nav gûmanan. Her wiha li gel jin, zarok û jinên ducanî  hemû girtî bê cudahî divê demildest werin berdan. Ji ber ku tê zanîn girtigeh di bin xeterê de ne. Li  cîhanê jî mînakên vê henin.  Îran hemû girtiyên xwe berdan her wiha Îtalya jî ji bo berdana girtiyan biryar da wekî din Emrîka jî di vî aliyî de tedbîr girtin. Ji ber vê yeke pêwist e ku hemû girtigeh werin valakirin. Heke divê mijarê de bergirî neyên girtin dê li girtigehan kaosek li benda me be û dubare dibêjim bila hemû girtî bêcudahî demildest werin berdan.”   ‘Hikûmet ji bo  tendûristiya girtîyan tedbîran nagire’   Ebrû di  berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê ji bo girtigehan û diyar kir ku hikûmet li ser tendûristiya girtîyan tedbîran nagire û wiha pêde çû: “Helbet jixwe di serî de helwesta hikûmetê ya ji bo tenduristiya kesên li girtigehan aşkere ye.  Di kawîşên  xwedî kapasîteya 10 kesî de 20-30 carnan jî 40 kes dimînin. Her wiha girtîyên nexweş ku hê nikarin biçin nexweşxane û bijîşkan heke şewb bi wan re rû bide wê rewşekê pêşî lê nayê girtin û xetereyek mezin bi xwe re bîne.   ‘Polîtîkayên li ser girtîgehan li ser Îmraliyê jî tên kirin’   Ebrû dawiya axaftina xwe de bal kişand  ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê û diyar ki ku politikayên li ser girtîgehan tên kirin di heman deme de li ser Îmraliyê jî tên kirin. Ebrû axaftina xwe wiha bidawî kir: “Her çiqas ji bo tedbîran qedexekirina hevdîtinê çêkiribin jî têrê nake. Her çend ku iktidar dibêje me tedbir girtine jî di rastiyê de tu tedbîrên cidî tüne ne. Ango bi kurtasî ji gel re dibêjin li çareya sere xwe bigerin. Ji ber van sedeman divê gel piştgiriyê bidin hev û li ser vê mijarê bikevin hewldanan.”   'Qanûna girtiyên siyasî tê de tunebin nayê qebûlkirin'   Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca jî ku nirxandin kir di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser paketa darazê ya ji bo girtiyan û diyar kir ku heke yasayekê ji bo girtiyên sîyasî dernekeve wê bi teqez neyê qebûl kirin û berdewamiya axaftina xwe wiha dom kir: “ Vîrûsa Koronayê herî zêde li ser girtigehan wê bandorê bike. Ji ber ku şert û mercên girtigehê ji aliye hijyen û xwe parastinê de pir kêm in.  Ji ber vê yekê korona li girtigehan pir zû dikare belav bibe. Her wiha di girtigehê de girtîyên sîyasî  pir zêde ne. Tirkiye li şûna ku deriye girtîgehan veke niha dixwaze qanûnek ku ji bo girtiyên siyasî bê derxistin niqaş dike. Niha paketek heye ku were meclîsê divê ew paket baş bê lêkolînkirin û niqaşkirin. Tiştekî ku divê bê dîtin jî heye, ew jî heke qanûnek ku ji bo kesên destdirêjî û tecawizê dikin derbikeve. Lê ger ku di vê qanûnê de ji bo girtiyên siyasî  tiştek tüne beew ê paket nayê qebul kirin. “   ‘Ev qanûn ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê şensek e’   Parlamenter Feleknas bal kişand ser girîngiya qanûna ku ji bo girtîgehan tê niqaşkirin û wiha berdewam kir: “Ew qanûna ku niha ji bo girtigehan tê niqşkirin ji bo demokratikbûna tirkiyeyê şenseke.  Ji ber vê yeke pêwist e ku bê berfirehkirin û gelek tişt werin niqaş kirin.  Her wiha em mijara tecrîdê jî dikarin bi van niqaşan re binirxînin.  Ji ber ku demek dirêj e tecrîda li ser birêz Ocalan berdewame. Îro hemû gelên ku li ser vê axê dijîn dizanin ku ku li girtîgehan û bi taybet jî li Îmraliyê tecrîd tê meşandin. Girtîgeh wekî îşkence xane tên bikaranîn.  Di heman demê de êrîşên li ser azadiya fikr û ramanê gelek zede ne.  Ango em dikarin bejin di warê ewlehiya li dijî koronayê de herî zede pêdiviya girtiyan bi ewlehiyê heye. Di vî warî de heta Tirkiye di hela tecrîdê de gavekê neavêje dê tu tişt çareser nebe.”     'Azadiya fikr û ramanê girîg e'   Feleknasê di dawiya axaftina xwe de destnîşanî azadiya fikr û ramanê jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku kurd bibin sedemên guhartinan li vî welatî pêwist e ku di warê anîna ziman a fikir û ramanên xwe de azad bin. Heta kurd azad nebin fikren wan jî pêş nakevin û wê fikren wan nine derbasdar bin. Ji ber vê yekê divê em xwe pêş bixin û ji bo guhertinê xwedî derketinek mezin çekin. ”