Parêzer û malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-03-27 15:15:15   STENBOL - Malbat û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo bi muwekîl û xizmên xwe re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbat û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komare ya Bûrsayê dan.   Her wiha birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dinç, ji bo di 30'ê Adar û 3'ê Nîsanê de biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li serdozgeriyê dan.    Malbatên girtî Omer Hayrî Konur, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi heman armance serî li serdozgeriyê dan. Birayê Omer Hayri Konar, Ali Konar, birayê Hamili Yıldırım, Polat Yıldırım û xwişka Veysi Aktaş, Melihe Çetin bi rêya parêzeran serî li serdozgeriyê dan û xwestin biçin îmraliyê hevdîtin bikin.     Malbatan, di serlêdanan de diyar kirin ku ger wan neşînin Îmraliyê jî dixwazin ji mafê xwe yê telefonê jî sûdê bigirin.