Hulya Alokmen: Ji bo parastinê ji mal dernekevin 2020-03-27 15:01:08   AMED - Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen anî ziman ku ji ber xetereya Virusa Korona bila gel ji mal dernekeve.    Ji ber Virusa Korona ya li cîhanê belav bûye her ku diçe hejmara kesên dimirin zêde dibin. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen bi vîdeoyek li ser medyaya civakî parve kir diyar kir ku ji bo parastina li dijî Virusa Korona bila kes ji malên xwe dernekevin.    Hulyayê diyar kir ku virus her ku diçe belav dibe û tedbîr nayên girtin û wiha dewam kir:”Divê em tedbîrên xwe bigirin. Ji bo hezkiriyên xwe divê em xwe biparêzin. Bi taybet kesîn em rê wan bi ser 65’an divê dernekevin û xwe biparêzin. Em ê van rojan bi hev re derbas bikin.”