Li Nisêbînê hemşîreyek bi Virusa Korona ket 2020-03-27 10:32:34   MÊRDÎN - Hat hînbûn ku li testa Virusa Korona ya hemşîreyek li Nexweşxaneya Nisêbînê dixebete pozîtîf derketiye.    Ji ber Virusa Korona li cîhanê her ku diçe hejmara miriyan zêde dibe û ji ber kêmasiya tedbîrên li tirkiyeyê jî bertek tên nîşandan. Tedbîrên kêm ên nexweşxaneyan û kêmasiya alavên li nexweşxaneyan her wiha kêmasiya cîhazên girtina hilmê jî niha di rojevê de ye.    Testa Virusa Korona ya hemşireyekê pozîtîf derket   Hat hînbûn ku li Nexweşxaneya Nisêbîna Mêrdînê ya ku gelek kes di bin karantînayê de alavên tibî kêm in. Hat hînbûn ku 6 kes li nexweşxaneyê di bin karantînayê de ye û testa Virusa Korona ya hemşireyekê pozîtîf derketiye.