Pakîstan Bîlen: Her roja derbas dibe rewşa Mexmûrê giran dibe 2020-03-27 09:11:59   Hewler Şahîn   MEXMÛR - Ambargoya li ser wargeha Mexmûrê 9 meh li pey xwe hişt û her roja ku derbas dibê, gel bi zehmetiyên cuda re rûbirû dimînin. Niha jî vîrûsa korona bû mijara herî sereke ya wargehê. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Pakîstan Bîlen diyar kir ku bi salan e wargeh di bin sêwana Netewên Yekbûyî de ye lê belê li hemberî ambargoyê bêdeng e û got: "Em bang sazî û dezgehên berpis dikin ku guh bidin me û alîkariya pêdiviyên tenduristiyê bikin."   Dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 253 roj li pey xwe hişt. Ligel zehmetiyên 9 meh in dijîn niha jî bi vîrûsa koronayê re rûbirûne. Sazî û dezgehên Mexmûrê li gorî derfetên xwe yên heyî gelê xwe diparêzin. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Pakîstan Bîlen, ji ajansa me re qala pêvajoya ambargoyê û tedbîrên ku li dijî vîrûsê hatin girtin kir û bang li raya giştî kir ku li hemberî wargehê bi hestiyarî nêz bibin.    Pakîstan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser taybetiya wargehê got: "Welatiyên li Bakur 26 sal beriya niha hatin Başûr. Ji ber zext û zordariya dijmin neçar man ku gund û warê xwe terk bikin û bên Başûr. Armanca dijmin her tim parçekirina Kurdan bû. Em weki penaber hewl didin ku parçeyan bînin cem hev û bi hev re li ber xwe bidin. Dema mirov dîroka penaberiya vê wargehê dide ber çavan, ji roja destpêkê heta niha dibe pirtûkek mezin. Di salên 92-94'an de bi sedemên cuda penabertî dest pê kir.  Ev sedem û zehmetiyên li hemberî penaberan bû sedema ku gel wargehan bi guherîne. Weke mînak mirov dikare wargeha li Etrûşê nîşan bide. Ji ber ku ambargoya ku niha ne yekem bû berê jî li hemberî wargehên din jî pêk hatibûn. Em ne beyaniyê ambargoyê ne. Lê belê di rêwitiya penabertiyê de em bi gelek zehmetiyan re rûbirû man."   'Jiyana zehmet bi peyvan nayê ziman'   Pakîstan di axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên rojên borî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Beriya ambargoyê jî bi şêwazek hîn girantir em bi zehmetiyan re rûbirû man. Wê demê pêwistiyen herî jiyanî, pariyek nan jî bi destê mirovan nediket. Ne dikarin pariyek nan bidin zarokên xwe. Li aliyek şer û li aliyek şerê psîkolojîk li ser wargehê dihat meşandin. Heta wê demê mirov nikaribû ji wargehê biçe cihek din. Ger mirovek biçûya cihek din dibû sedema kuştina wê/wî. Jiyana zehmet 3 mehan dom kir. Mirov nikare bi peyvan bîne ziman. Jin, zarok, ciwan û tevahî gel ji bo bijîn li ber xwe dan. Berxwedana ku ji bo jiyanê dihat dayîn dîrokî û bê hempa bû. Me di nav zor û zehmetiyan de cih guhert û heta ku em hatin li vir. Vê demê şerê birakûjiyê hebû, şereke psîkolojîk dihat meşandin. Wargeh jî bi vê bi bandor dibû. Îro heman siyaset didome."   'Zehmetiyên ku em dijîn ne bi rêzê ye'   Endama koordînasyonê Pakîstan detnîşan kir ku wargeh heta niha 2 caran bi ambargoyê re rûbirû maye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ambarogaya niha 9 meh in didome û wargeh bi giştî hatiye dorpêçkirin. Wargeh ji hatin û çûyinê re hatiye qedexekirin. Mirov nikare bi tu awayî pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bîne. Bi dehan car mijar hat ser ziman û raya giştî re hat ragihandin. Bi dehan car ji pêywendîdaran re hevdîtin pêk hatiye lê belê tu pêşketin çênebûn. Zehmetiyên ku di nava 9 mehan de pêk hatine ne rêzê ye. Aliyek pêvidiyên zarokan em nikarin bigirin, aliyek karker nikarin biçin ser karê xwe û bi taybetî pêdiviyên rojane bi ambargoyê hatin astengkirin. Her wiha di hêla perwerdê de jî em bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû man. Xwendekar nekarin tiştên bi hewce bistînin."   'Li tevahiya cîhanê jiyan sekinî'   Pakîstan, diyar kir ku niha jî bi zehmetiyek din re rûbirû mane û wiha bi lêv kir: "Nexweşiya koronayê ya ku li Çînê derket li seranserê cîhanê belav bû. Li tevahiya cîhanê niha jiyan rawestiya ye. Ev tişt ji ber netewdewlet û desthilatdarî yê pêk hat. Xweza hat tehrîpkirin û talankirin. Li dîjî mirovan jî rê û rêbazên taybet hatin bikaranîn. Herî dawiyê jî gihaştin armanca xwe. Bi vê nexweşiyê niha mirovatiyê ji holê radikin. Ev nexweşiya korona êdî li tevahî cîhanê belav bûye û her roj bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin. Li gel vê jî bi deh hezaran kes jî nexweş dikevin. Piştî ku ev nexweşî derbasî Îranê bû ji wir jî derbasî Irakê bû û niha jî tevahî başûrê Kurdistanê girtiye. Her kes ji bo pêşî lê girtina vê di nav hewldanan de nin. Em jî li ser vê axê dijîn. Dibe ku em jî para xwe ji vê nexweşiyê bigirin. Li tevahiya cîhanê bi teknolojiya xwe û derfetên tenduristiyê dikarin tedbîrên xwe bigirin, lê belê em wekî şêniyên li wargehê bi zehmetiyên dijwar re rûbirû ne. Ger li welatekî herî pêşketî nikaribin pêşiya vê nexweşiyê bigirin, em ê çi bikin."   'Tedbîrên ku em digirin têrê nakin'   Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan, di axaftina xwe de qala tedbîrên wargehê kir û wiha axivî: "Dema ev nexweşî gihaşt asteke xeternak tedbîr hatin girtin. Me li wargehê li gorî derfetên xwe hîn tedbîr girtin. Lê ji ber ku li wargehê hêj ambargo û dorpêç didome em nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Ev bandoreke neyînî li ser me dike. Ji bo bikaribin xwe ji vê nexweşiyê xilas bikin tiştekî di destê me de nîne. Qasî derfetên di destê me de heyî em hewil didin ku rojane gelê xwe li hemberî vê nexweşiyê hişyar bikin, biparêzin û tedbîrên vê bigirin. Ger kesekî li vê derê vê nexweşiyê bigire, bi rastî jî tu derfetê me yên bikaribin wê tedavî bikin nîne. Ji ber ku çûyîn û hatina me tê astengkirin. Di destpêka ambarogayê heta niha nehiştin em nexweşên xwe bibin nexweşxaneyan. Rewşa niha li ser wargehê bi bandor e û gel di nav fikaran de ne."    'NY 9 meh in li hemberî ambargoyê bê deng e'   Pakîstan Bîlen di dawiya axaftina xwe de banga alîkariyê kir û wiha bi dawî kir: "Ger ku li wargehê tiştek bibe dê bibe trajediyeke mezin. Raste, mirin heye lê wê demê wê mirinekî bê tedavî û mirinekî bê derfetî dê derkeve holê. Ev tişt tu carî nayê qebûlkirin. Bi salan e wargeh di bin sêwana Netewên Yekbûyî de cih digire. Lê ev 9 meh in ji bo me tiştek nekiriye. Destpêkê li Netewên Yekbûyî, li hikûmeta navendî ya Irakê û li hikûmeta heremê Kurdistanê, li hemû sazî û dezgehên berpirsiyar em bang dikin ku alîkariyek bi taybet di warê dermanan de ji bo wargehê bikin."