Li dijî îhaleya Kanal Stenbol bertek 2020-03-27 09:09:42   Gulîstan Azak   STENBOL - Di van rojên ku vîrusa korona belav bûye û di pergala tenduristiyê de qelsî heye , di projeya Kanal Stenbol de îhaleya yekem pêk hat. Aktîvîsta Parastina Daristanên Bakur, Ayşe Yikici got ev pêvajo ji xwe re kirin derfet.   Wek hemû cîhanê Tirkiye jî ji ber vîrusa korona rojên zor û zehmet derbas dike û li aliyê din jî di çarçoveya projeya Kanal Stenbol de, îhale çêkirin û barkirina pira Odabaşi ya dîrokî ya li Başakşehîr û Dursunkoy ya dîrokî Arnavutkoy pêk hat.   Yekemîn îhaleya projeya ji aliyê Wezareta Binesazî û Veguhestinê ve pêk hat, li Yekemîn Midûriyeta Herêmî ya Riyên Bejayî ya Kagithaneyê hat vekirin. Texmînî lêçûna îhaleyê wek 566 hezar û 649 TL hat aşkerakirin. Ji îdareyê 8 dosyayên îhaleyê hat girtin, lê ji bo îhaleyê 5 pêşniyar hat kirin. Pêşniyara fîrmaya Artuklu Mîmarlik nehat hesibandin û ya Mukarnas Mîmarlik 500 hezar lîra, Hasan Fehmî Şahîn 550 hezar lîra, Safîr Jeoteknîk 507 hezar lîra, Altinparmak Mîmarlik jî 408 hezar lîsa pere pêşniyar kir. Piştî lêkolîna pêşniyaran wê bê aşkerakirin.   Endama Hîndekariya Bajarvanî û Mîmariyê ya Zanîngeha Mîmar Sînan Dr. Kevser Ertuk û aktîvîsta daristanên Bakur Ayşe Yikici Salgin diyar kir ku di pêvajoya ku ev vîrus belav bûye de îhale pêk hatiye.   ‘Kirin derfet’   Ayşe Yikici destnîşan kir ku di pêvajoya ku ev vîrus belav bûye de pêkhatina îhaleya Projeya Kanal Stenbol, ji xwe re kirine derfet û got: “Ev kirin derfet. Ne mirovahî vê qebûl dike ne jî wijdan. Di pêvajoyeke ku pergala tenduristiyê qels e û mirov ji jiyana xwe ji dest didin de mijrek wisa bi lez û bez pêk tê. Em vê fêm nakin. Dema mirov van li ber çavan bigirin, ev pêvajo kirine derfet. Ev jî nêrîn aTirkiyeyê ya li hember nexweşê nîşan dide.”   ‘Xizmetên tenduristiyê qelsin lê îhale tê vekirin’   Dr. Kevser Erturk bi lêv kir ku di encama kêmasiya aboriya welat de, di pergala perwerdê de pirsgirêk tên jiyîn û wiha berdewam kir: “Di pêvajoyeke wisa de ku xizmetên tenduristiyê gelek qelsin de pêkhatine îhaleya Kanal Stenbol li gorî min pir şaş e. Divê civak vê baş bibîne. Piştî vê vîrusê hewcedaryên sereke nayên peydakirin û xizmetên tenduristiyê baş nayên kirin. Di pêvajoyeke ku xizmet baş nayê dayîn de îhale pêk hatiye lê ev şaş e. Tedbîr qelsin û nexweşî jî her diçe zêde dibe.”