‘Vîrusa Korona mirin e, xwe ji mirinê biparêze’ 2020-03-27 09:02:08   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Jinên ji Kobanê û endama Asayişa Jinê derbarê sedma qedexekirina derketina derve û belavbûna Vîrusa Korona de nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Pêwîst e gel di malên xwe de bin û guhdarî hêzên ewlehiyê bikin."   Vîrusa Korona (Covîd- 19) yekem car li Çînê pêş ket û paşê li tevahî cîhanê belav bû. Ev virusa bi veger li gelek welatên Rojhilata Navîn jî bu sedema mirina mirovan, her wiha welatên weke Tirkiye, Îtalya, Îspanya, Almanya, Fransa, Îran, Îsraîl, Venezuela Gurcistanê, Suriye, DYA û hwd hatine dîtin. Li gorî agahiyên bijîşkan heya niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weqayên Vîrûsa Korona nehatiye dîtin. Lê ji bo gelê herêmê xwe ji Vîrusa Korona biparêze û rê li pêşiya wê bigire qedexeya derketina derve ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ve hat ragihandin. Her wiha kesên ku zûtir pêdikevin piraniya wan kesên bi temenê mezin in. Desteya Tenduristî ya Kantona Kobanê ji bo parastina gel du nexweşxaneyên taybet  yên ji bo karantînayê vekirin. Ji bo tedbîr û rê li pêşiya nexweşiya Vîrûsa Korona bê girtin ekîba Tenduristî, Heyva Sor a Kurdî, Şaredarî û hêzên parastina ewlehiyê di nava liv û tevgerê de ne.    Di vê çarçovê de jinên ji Kobanê û Endama Asayişa Jinê nêrînên xwe di derbarê nexweşiya Vîrûsa Korona û qedexekirina derketina derve de ji ajansa me re rave kirin.   'Bi riya paqijiyê em ê pêşî li vîrûsê bigirin'   Jina bi navê Zeynbe Elî di destpêka axaftina xwe de teqez kir ku bi qedexekirina derketina derve û paqijiyê ew ê rê li pêşiya vîrûsê bigirin û wiha pê de çû: "Vîrûsa Korona vîrûsek gelekî xeter e û dermanê wê tune ye, lê em bi xwe dikarin xwe jê biparêzin û nehêlin dawî li jiyana me bîne. Mirov bala xwe pêde gelek kes bi taybet yên ku temenê wan mezin in li kolanan in ev yek ji bo gel xeteriyek mezin e. Vîrûs li cihên qerebalix zûtir belav dibe, dema ku  gel biryarên Rêveberiya Xweser guhdar  bikin, pêk bînin û li gorî van biryaran tev bigerin wê demê em ê bikaribin pêşî li vê virûsê bigirin û nehêlin jiyana me û civaka me bikeve xeteriyê." 'Bi pêkanîna zagonan hebûna civaka xwe biparêzin'    Her wiha jina bi navê Fatma Yûsif jî axivî û da zanîn ku sedema derketina wê li kolanê ew e ku cara yekem li Kobanê qedexeya derketina derve tê ragihandin û gel fêr nebûne di mal de bimîne û wiha got: "Cara yekemîn li Kobanê qedexeya derketina derve tê ragihandin, ji ber wê gel di malên xwe de namîne, lê em dizanin ku ev yek li ser gelê me xeteriyekê ava dike, em hewl didin ku di malên xwe de bimînin. Gelek kes jî mecbûr dimînin derkevin ji bo pêdiviyên malê weke nan, derman, nexweşxane û gelek kes jî mecbûr in rojane kar bikin û zarokên xwe bidin jiyîn. Lê belê kesên ku derdikevin derve jî pêwîst e xwe ji hemû cureyên gemaran biparêzin û bi awayekî baş destên xwe bişon û heya ji wan tê li derve zêde nemînin. Ji ber ev virûs dibe sedema mirina mirovan. Ya girîng ew e ku her kes di mala xwe de bimînin û xwe biparêzin."   'Jiyana cîhanê di xeteriyê de ye'   Herî dawî Endama Asayişa Jinê Zozan Mihemed jî gel hişyar kir ku di malên xwe de bimînin û got: "Ji ber Vîrûsa Korona me gelek tedbîr girtine, hêzên ewlekariyê di nava bajar de digerin û noqteyên xwe li kolanan û li bendên kontrolê danîne. Ev sê roj in ku qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Lê belê gel hîna tam fêrî vê şêwaza jiyanê nebûye. Em bi hêvî ne ku gelê me di demek nêz de bikaribe li gorî rewşa heyî jiyana xwe bi rêxistin bike. Heya ku em weke herêm û cîhan vê metirsiya Vîrûsa Korona derbas bikin. Em bi hêvî ne ku gel jî bi me re bibe alîkar û di malên xwe de rûnên, wextên xwe yên vala bi xwe perwerdekirinê dagirin û em rê li pêşiya vê vîrûsê bigirin û nehêlin gelê me di nava talûkeyê de bijîn, ji ber heya niha derman ji bo vîrûsê nehatiye peydakirin. Vîrusa Korona mirin e, xwe ji mirinê biparêze."