Hevşaredarên Êlîhê serbest hatin berdan 2020-03-26 15:38:19   ÊLÎH - Hevşaredarên Êlîhê Songûl Korkmaz û Mehmet Demîr bi şerta kontrola edlî ya qedexeya derketina ji derveyî welat serbest hatin berdan.    Piştî qeyûm tayînî Şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlih û navçeyên Farqîn, Lîcê, Erxenî û Gêlê hat kirin. Li Êlihê di nav de hevşaredar heyî bi tevahî 12 kes hatin binçavkirin. Piştî 4 rojan îro Hevşaredar Songul Korkmaz û Mehmet Demîr derxistin dadgehê.    8 kes demên borî hatibûn berdan û 2 aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Nefîse Yildirim û Emîne Erden ji hatibûn girtin. Piştî 4 rojan Hevşaredar Songûl Korkmaz û Mehmet Demîr derxistin dadgehê. Bi şerta kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat serbest hatin berdan.