Platforma Demokrasî û Kedê: Em dixwazin wekhevî hebe 2020-03-26 15:28:11   AMED - Platforma Demokrasî û Kedê derbarê zagona înfazê de daxuyanî da û got:”Em dixwazin AKP bêyî ku girtiyên siyasî cuda bike zagona înfazê bike meriyetê.”   Platforma Demokrasî û Kedê derbarê zagona înfazê de daxuyanî da Di daxuyaniyê hat gotin Virusa Korona ya li cîhanê belav bûye li Tirkiyeyê jî belav dibe û hîn dermanê wê nehatiye dîtin.    Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   “Dema li girtîgehan dinêrin 300 hezar girtî û hukumxwar hene. Girtîgehan tavê nabînin. Têra xwe hewê nagire. Dema mirov xurekê baş negerin ev jî dibe sedema lawazbûna mirovan. Li gelek welatan bêyî ku cudatî pêk were girtî hatin tehliyekirin. Divê îktidar bi erka xwe rabe û bêyî cudatî hemû girtiyan serbest berde.”