Li dijî vîrûsa koronayê: Ji bo hezkiriyên xwe dernekevin derve! 2020-03-26 15:26:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber vîrûsa koronayê heta niha li seranserê cîhanê 21 hezar 309 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li Başûr, Rojhilat, Rojava û Bakur gel li gorî derfetên xwe tedbîr digirin. Tedbîrên ku herî girîng jî derneketina li derve ye û li her derê banga "Ji bo hezkiriyên xwe dernekevin derve" tê kirin.   Li tevahiya cîhanê bîlançoya vîrûsa koronayê giran dibe. Daneyên ku tên dayîn roj bi roj diguherin. Li gorî daneyên îro li seranserî cîhanê heta niha 472 hezar û 162 kes bi vîrûsa korona ketine û bi giştî 21 hezar û 309 kesî jî jiyana xwe ji dest dane. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî vîrûs bi bandor bû her parçe li gorî derfetên xwe tedbîrên digirin.    Demên borî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bal kişand ser rewşa welatên Rojhilata Navîn û diyar kir ku hejmara rastî ya têkildarî kesên bi vîrusa Koronayê ketine diyar nakin. Hat diyar kirin ku li gorî welatên Ewropayê hejmara kesên li welatên Rojhilata Navîn bi vîrusa Koronayê ketine bi awayekî berbiçav kêm xuya dike. WHO' da zanîn ku di wê baweriyê de ne ku li Rojhilata Navîn hejmara kesên bi Koronayê ketine, ji daneyên tên eşkerekirin, zêdetir e.   Rewşa Rojhilat nayê zanîn   Welatê ku herî zêde bi bandor bûyî jî Îran e. Li gorî daxuyaniyên dawî yên îro li Îranê 29 hezar û 406 kes bi vîrûsê ketine, 2 hezar û 234 kes jî jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar û 457 kes jî baş bûne. Li gel rewşa heyî derbarê rewşa Rojhilatê Kurdistanê de agahiyên zelal nayên bi destxistin. Polîtîkayên taybet ên rejîmê di rewşeke wiha de dîsa xwe nîşan dide û li hemberî vîrûsê cudahiyek mezin di navbera herêman de dike. Her wiha demên borî hat diyar kirin ku li Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristanê bi sedan kes bi vîrûsa korona ketine û derbarê mijarê de heta niha daneyên fermî nehatin dayîn. Sazî û dezgehên sivîl û welatiyên rojhilatî li gorî derfetên xwe tedbîr digirin. Her wiha Tirkiye û Îran ji ber berjewendiyên xwe yên aboriyê li sînor tedbîr negirtin û ev vîrûs bandora xwe li bakûrê Kurdistanê jî kir. Kurdên her du sînoran ji ber bêtedbiriyê di nava tirs û fikaran de nin. Piştî ku hat diyar kirin ku li girtîgehan vîrûs derketiye holê bi 10 hezaran girtî serbest hatin berdan. Li dijî belavbûna vîrûsê demek dirêje qedeya derketina derve hatibû dayîn.    Li Bakur xebatên hişyarkirinê...   Li Tirkiyeyê jî heman rewş heye û roj bi roj hejmar diguherin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê îro 59 kesî jiyana xwe ji dest dane û hejmara nexweşan jî gihaştiye 2 hezar û 433'yan. Ev daneyên giştî ne lê belê rewşa li herêmê jî ne diyar e. Gelek nexweşxaneyên herêmî wekî nexweşxaneyên pandemîn hatin îlankirin. Li gor daxuyaniyên demên borî jî Enqere, Îzmîr, Stenbol, Antalya û Wan bajarên herî bi kritîk hatin îlankirin. Li herêmê sazî û dezgehên sivîl bi dirûşma "Ji bo hezkiriyên xwe dernekevin derve" hişyariyan dikin. Li Tirkiye û herêmê gelek kargeh, qehwexane, berber, kuafor, cihên mezin ên danûstandinê hatin girtin, dibistan hatin girtin. Bi taybetî şaredariyên ku di destê Partiya Demokratîk a Gel (HDP) li gorî derfetên xwe dest bi xebatan kiribûn û navçe û bajar paqij dikirin. Lê bi tayînkirina qeyûman xebatên şaredariyan hatin astenkirin. Niha li herêmê sazî û partiyên siyasî li gorî derfetên xwe bangewaziyan dikin û kurdistaniyan hişyar dikin. Her wiha demên dawiyê jî bangewaziya ku herî zêde tên kirin jî serbest berdana hemû girtiyan e. Derbarê mijarê de kampanya hatin destpêkirin û daxuyanî hat dayîn. Lê heta niha ne efûkirin şert û mercên girtiyan nehatine sererastkirin.    Li Rojava xebatên dezengfeteyê   Li Rojava jî li dijî vîrûsa korona xebatên cuda hatin destpêkirin. Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 19’ê adarê de biryara qedexeya derketina derve girt û di 23’yê adarê de jî xist meriyetê. Ligel qedexeyan xebatên dezengfekteyê hatin destpêkirin. Di çarçoveya xebatan de gel tên hişyarkirin. Nexweşxane, navendên tenduristiyê yen giştî û taybet, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor û Heyva Sor a Kurd, dermanxane, komîteyên paqijiyê, karmendên paqijiyê, firin, dikanên ku tiştên xwarinê difiroşin û tankerên veguhestina sotemeniyê ji derveyî bîryara qedexeyê hatin girtin. Her wiha desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê vîrûsa Koronayê de vedîtineke nû ragihand. Desteyê ragihand ku tevî peymangeha PIS a Swêdê KÎT’eke nû dîtin û dê nexweşî zûtir bê teşhîskirin.    Li Başûr qedexeya derketina derve didome   Li Başûrê Kurdistanê jî heman rewş heye û li gorî daxuyaniyên îro, heta niha li Başûrê Kurdistanê 103 kes bi vîrûsa korona ketine, 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 27 kes jî rewşa wan a tenduristiyê baş bûye. Li Başûr jî gelek tedbîr hatin girtin û tedbîra yekem jî qedexeya derketina dervê bû, ev tişt bandorê li belavbûna nexweşiyê kir. Ligel qedexeyê xebatên paqijiyê jî hatin destpêkirin. Her wiha li Şengalê û Wargeha Mexmûrê jî gel li gorî derfetên xwe tedbîrên xwe digirin. Li sînorên Başûr tedbîr hatin girtin û tu wesayîtên barhilgir derbasî herêmê nabin û ji herêmê jî tu wesayît naçin ji derveyî herêmê.