MED TUHAD-FED: Divê bi lez girtîgeh werin valakirin 2020-03-26 09:03:41   Medya Uren - Rengîn Azîzoglu   AMED -  Ji ber belavbûna vîrusa koronoyê ji bo girtîgehan biryara qedexeya hevdîtinê hatibû dayîn. Elîf Turan girêdayî biryarên hatine girtin û ewlehiya girtîgehan de wiha axivî: “Qedexekirina hevdîtinê ne çareserî ye û ewlehî di asta herî jêr de ye. Ji bo zindan nebin goristan divê bi lez girtî bên berdan.”   Di demên dawî de di rojeva cîhanê de vîrusa koronayê (kovid-19) a ku ji Çînê belavî cîhanê bûyê heye. Herî dawî ev vîrus li Tirkiyeyê ji belav bû.  Li gorî daxuyaniyên ku  Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca dide li Tirkieyê ji bi belavbûna vê vîrusê re her roj gelek kes jiyana xwe ji dest didin û jimara kesên nexweş jî zede dibe. Li gel ewlehiya ku li hin cihan hatiye girtin,  xebatkarên tendirustiyê ji hertim banga derneketina ji malê dikin. Yek ji van cihên ku di nava metirsiyê de ne jî bê guman girtîgehin. Wezîrê Dadê ji bi nave ewlehiyê 2 hefteyan hevdîtina bi girtîyan re qedexe kir. Lê li girtîgehan di aliyê paqijî û dezefektey de bi tu awayî  ewlehî nayên girtin.  Hevseroka Federasyona Komeleyên  Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED) Elîf Haran girêdayî şert û mercên girtîgehan de ji ajansa me re nirxandin kir.   ‘1333 girtiyên nexweş û 457 nexweşên giran hene’   Elîfê,  daxuyaniya Wezîrê Tenirustiyê Fahrettîn Koca ya  11ê Adarê parkvekir bi bîr xist û got ku di daxuyaniyê de hatibû diyarkırın ku nexweşî li Tirkiyê rû daye û bi lez belav dibe. Elîf diyar kir ku bi mezinbûna karastê re mirin jî pêk hat û ji ber vê sedemê ew weke xizmên girtiyan bi fikarin. Elîf wiha berdewam kir: “Di girtîgenan de 1333 girtiyên nexweş û ji van girtiyan ji  457  kes yên rewşa wan giran hene. Tê zanîn ku di her daxuyaniyê de tê gotin kesên nexweşiya wan a kronîk heye û temenê wan mezine di xeterê de ne. Li gel vê divê her kes di aliyê tendirustiyê de agahdar be. Bi taybet cihên girtî jî di xeterê de ne. Mixabin girtÎ bi her awayî dikevin beşa xeterê. Jİ ber ku bi tu awayî ewlehiya Jiyana wan nayê girtin. Bi hezaran girtî ango girtiyên zarok di xeterê de ne. li Tirkiyê tedbîrên koronoyê tên girtin, gelek cihên girse lê kom dibin hatin girtin. Lê mixabin di girtîgehan de ev ewlehî nayê girtin.Tenê biryara ku hevdîtin pêk neyên hat girtin. Divê were zanîn ku ev ne ewlehiye tecrîd e.”   ‘Ewlehiya li girtîgehan di asta herî jêr de ye’   Elîfê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku şert û mercên girtîgehan di rewşek kritîk de ye, bêy ku rewşek awarte hebe ji me bang dikir ku rewşa girtiyan a tendurustiyê nebaş e û girtîgeh ne paqij in. Elîfê da zanîn ku bi belavbûna nexweşiyê re ev rewş nehat guhertin û wiha berdewam kir: “Di aliyê tendirustî û paqijiyê de bi tu awayî ewlehî nehaitiye giritin. Ger ku derman û dezefektan hebin jî bi sînor tên ayîn. Ev rewş bi taybet ji bo girtiyên temenê wan mezin û nexweş  dibe sedema ku tendirustıya wan bikeve xeterö. Di 6 metre kareyê de 15 kes dijin, daşîr û ser şû yeke ango di nav hev de ye. Ava germ di saetên diyar de bi awayek sînordar tê dayîn. Paqijî tüne û ji girtiyan re derfet nayê dayîn ku ji bo xwe qadeke paqij ava bikin. Dema ku li vê qadê her kes bi hev re be wê rewşa tendirustiyê çawa baş be? Li qawîşekê girtiyek bi zekemê bikeve Di van holan hemû girtî jê bi bandor dibin. Çuyîna bijîşk û riya çuyînê bi serê xwe pirsgirê ke.”   ‘Girtiyan terka mirinê kirin e’   Elîfê di axaftina xwe de da diyarkirin ku gelek girtiyên pirsgirêkên wan ên cidî yên tendirustiyê hene di girtîgehan de li gel rapora nikarin di girtîgehê de bimînin dimînin û ev tişt got:: “Bi hatina nexweşiyê re ev metirsî û xeterî qat bi qat mezintir bû. Ev jî bandorke giran li girtî û hukumxwaran dik. Her çiqas hevdîtina malbat û parêzeran hatibe qedexe kirin jî ev ne çareserî ye. Girtî terkî mirinê kirin e. Gardiyan bi navê jimartinê û lêgerînê her roj ji 3 caran zêdetir dikevin hundir. Ev bi serê xwe çiqas bi tendurist e cihê nîqaşê ye.”   ‘Mafê jiyanê, mafê herî pîroz e’    Elîf, anî ziman ku ji bo girtîgehan divê bi lez ewlehî were girtin, di serî de jiyana girtiyên nexweş û hemû girtiyan di bin metirsiyê de ye. Elîf got ku mafê jiyanê, mafê herî pîroze û wiha dawî li axaftina xwe ani: “Rayedar li mafê jiyanê yên girtiyan nafikirin. Lö dive bi lez bikevin devrê.  Di rewşên awarte de wê di girtîgehê de tedawî çawa pêk bê, li rexa wê li gel ku nexweşiya koronoyê ewqa bi lez belav dibe wê çi ewlehî werin girtin? Hem di aliyê tendurustî hem jî di aliyê ewlehiyê de . Em bang li rayedaran dikin ku bi lez erka xwe pêk bînin. Bila li girtîgehan ewlehî were girtin û girtîgeh werin valalakirin.”