Li Silopiyê xebaten hişyarî û dezengfektê didomin 2020-03-25 19:07:21   ŞIRNEX - Xebatên dezengfekteyê ya şaredariya Sîlopiya Şirnexê bê nav ber didomin. Di çarçoveya xebatên hişyariyê de stîckerên “Mala xwe bimîn!” û “Ji bo tenduristiya xwe ji hev dûr kevin!” li hemû kargehên navçeyê hatin zeliqandin.    Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Sîlopiya Şirnexê, bi rojane li navenda navçeyê xebatên dezenfekte ya li dijî vîrûsa korona (Kovîd-19) daye dest pê kirin berdewam dike. Hevşaredara Şaredariya Silopiyê Adalet Fîdan, Midûriyeta Polîtîqaya Jinan, endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên jin ên şaredariyê ji li dijî Covîd-19 ji bo gel hişyar bikin stîckerên “Mala xwe bimîne!” û “Ji bo tenduristiya xwe ji hev dûr kevin!” li hemû kargehên navçeyê zeliqandin.   Ji aliyek din jî Şaredariya Silopiyê li dijî vîrûsê li navçeyê xebatên dezenfektê didomînin. Li navçeyê park, qadên hevpar, wesayîtên nava bajarê û ATM’yên bankan tên dezenfektekirin. Di çarçoveya bergiriyên hatin girtin de, destûr nayê dayîn ku otobusên ji derve de tên bikevin otogarê. Piştî ku otobus tên dezenfekte kirin nû dikevin otogarê.    Ekîbên paqijiyê yên şaredariyê, avahiya şaredariyê, qesabxane, park û baxçeyan, salonên sporê, tesîsên sporan, kolej û dersxaneyên taybet jî dezenfekte dikin.