Li Amedê hejmara kesên bi Vîrusa Koronayê dikevin zê dibin 2020-03-25 15:17:32   AMED - Li Amedê kesên bi Vîrusa Koronayê (Covid-19) ketin zêde bûn. Heta niha di testa 9 kesan de vîrûs hat dîtin. 39 kes jî bi gumana vîrûsê rakirin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku dibe hejmara kesên bi vîrûsê zêdetir bibe û hat xwetin ku kes ji malên xwe dernekevin.    Vîrûsa Korona hem li cîhanê û hem li Tirkiye û tevahiya bajarê Tirkiyeyê belav dibe. Li gorî daneyên fermî yê wezîr ji ber Vîrusa Korona (Covid-19) heta niha li Tirkiyeyê 44 kes mirin û di 1872 kesan de vîrûs hat dîtin. Yek ji cihê vîrûs lê belav bûye jî Amed e. Li Amedê jî heta niha di testa xwîna 9 kesan de vîrus hat dîtin. 39 kes jî bi şika vîrusa Covit 19 rakirin nexweşxaneyê.    Heta niha li gel ku Nexweşxaneya Welidînê ya Jinan a Amedê û Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê wekî “Nexweşxaneyên Pandemî" nehatine îlankirin jî yek jê pitik û yek jî zarok 2 nexweş li van nexweşxaneyan razandin. Ji ber li van nexweşxaneyan tu tedbîr nehatine girtin, fikarê ku vîrûs li van nexweşxaneyan belav bibe zêde dibe. Hat diyarkirin ku nexweşê bi guman rakirine beşa îzolasyonê û ger rewşa wan giran bibe dê wan bişînin Fakulteya Zipê ya Zanîngeha Dîcleyê.    Hat diyarkirin ku berê kesek bi şika Pnomi (zatürre) rakirin nexweşxaneyê û testa Kovid-19 kirin û rakirin beşa venêrtina zêde. Lê hefteyek dawî ye nexweş bêyî bên testkirin wan dişînin vê beşê.    Hat zanin ku xizmetkarên tenduristiyê bê ekîpman mudaxaleyî van nexweşan dikin û ev yek riskê zêdetir dike.    Hat diyarkirin ku ji ber test nehatiye kirin ewil wekî ku vîrûs tune nişan dane û piştre derketiye holê ku di heman nexweşiyê de vîrûs hatiye dîtin. Hat zanîn ku bêyî bê testkirin wan bi zorê li vê beşê radizînin û ev yek jiyana xizmetkarên tenduristiye dixe bin rîskek mezin.     Xizmetkarên tenduristiyê xwestin ku bi vî şiklî jiyana wan di bin rîskê de ye û xwestin ekîpmanên parastina li dijî vîrûsê ji wan re bê şandin. Hat xwestin ku li bajarê Kurdan ê teknika testa Covît 19 tune welatî neçin nexweşxaneyan û ji malên xwe dernekevin.