Li Çînê hantavirûs bû sedema mirinê 2020-03-25 10:08:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çîna ku Virusa Korona derket holê û bû sedema mirina bi hezaran vê carî jî hantavirûs a ku ji mişkan derbasî mirovan dibe derket holê û bû sedema mirina kesekî.    Li gor rojnameya China Daily a Çînê ji bo ceribandina aşiya Vîrusa Koronayê 108 kes hatin Wuhanayê. Piştî aşiyê ew ê kesên hatin 14 rojî di bin karantînayê de bimînin.    Her wiha hat diyarkirin ku kesekî di wesayetê de û ji Herêma Yunnanê diçû ya Şanturgê ji ber hantavirûs a ji mişkan derbasî mirovan dide jiyana xwe ji dest daye. Li ser vê yekê hat gotin test ji bo 32 rêwiyên di otobosê de hatine kirin.