Malbatên girtiyan ji bo Wezareta Dadê daxwaznameyan dişînin 2020-03-25 09:19:22   AMED - Malbatên girtiyan ji bo zarokên xwe yên bi tehdîda vîrusê re hatine rû hev, bên berdan wê daxwaznameyan bişînin ji wezareta dadê re.   Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane gihişt 37’an û yên testa wan pozîtîf derkeiye jî bûn 1529. Di vê pêvajoyê de hişyariyên li malê xwe bin, li paqijiyê baldar bin tên kirin. Lê girtîgeh mixabin di vî alî de qadên herî bi rîsk in. Heta niha ji bo girtîgehan tu pêngaveke ku mirovan tatmîn bike nehat kirin.   Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê, ji bo girtî bên berdan xebat dan destpêkirin. Ji bo girtî bên berdan daxwazname şandin. Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ronda Bat ku birayê wê jî di girtîgehê de ye, fikar û daxwazên xwe anî ziman.   ‘Paqijî tune ye, xwarin ne baş in’   Rondayê got roja pencşemê hevdîtina telefonê kirine û hîn bûne ku der barê vîrusê de tu tedbîr nehatiye girtin û got: “Alavên paqijiyê nedane. Dezenfekte nekirine. Av jî bi sînor tê dayîn. Ava germ jî pir kêm tê dayîn. Ji bo girtiyan fêkî, sebze nayên dayîn. Xwarinên nebaş didin girtiyan.”   ‘Daxwaza me ev e ku wekhevî hebe’   Rondayê bi lêv kir ku piştî hevdîtina telefonê bi malbatên din re jî ketine têkiliyê û got: “Em malbat hatin cem hev. Ji ber edliye girtîbûn em nikaribûn biçin dozgeriyê. Piştre me biryarek wisa girt. Me daxwazaneme amade kir. Me hewl da em daxwaznameyê bigihînin hemû malbatan. Em daxwaznameyan dişînin her derê. Daxwaza me ev e ku her kes mafê tenduristiyê bi awayekî wekhev bi kar bîne.”