‘Wesayîtên veguhestina komî nayên dezenfektekirin, çop jî nayên komkirim’ 2020-03-25 09:04:02   Şehrîban Abî   WAN - Li Tirkiyeyê Vîrusa Korona belav bû û li Wanê jinan diyar kirin ku wesayîtên veguhetina komî, mînîbus nayên dezenfektekirin, tax nayên paqijkirin û gotin divê demildest rayedar tedbîran bigirin.   Vîursa Korona ku li bajarê Wuhan a Çînê derket holê û piştî demekê li cîhanê belav bû ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ve wek pandemî hat îlankirin. Ji ber vîrusa Covîd-19 li cîhanê 11 hezar kesî zêdetir jiyana xwe ji dest dan. Li Tirkiyeyê jî hejmara kesên bi nexweşiyê ketine bûn 1529 û yên jiyan axwe ji dest dan jî bû 37. Piştî nexweşî li Tirkiyeyê derket holê şûnde wezaretê tedbîrên wek girtina cafe, restoran û girtina cihên perwerdeyê girt. Lê li gelek bajaran tedbîr qels dimînin. Gelê Wanê diyar kirin ku gel bi fikare û divê tedbîr bên zêdekirin.   Jinan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku wesayîtên veguhestina komî nayên dezenfektekirin û ji ser kapasîteyê rêwiyan digirin û gotin divê welatî zêdetir bi hestiyar bin û tedbîrên xwe bigirin.   ‘Welatî ji ber bihayên zêde nikarin alavên paqijiyê jî bigirin’ Rojbîn Kaya destnîşan kir ku li malê yekane tişta tê kirin paqijî ye û got: “Em dernakevin derve. Li malê derfetên me yên paqijiyê ji xwe bi sînor in. Ya herî girîng jî piştî vê vîrusê her tişt biha bû. Gel nikare deterjan jî bigire. Dukan talan bûn. Kolonyayên 10 lîra bûn 20 lîra.”   ‘Mînîbus nayên paqijkirin’   Rojbînê daxuyakirin ku heta ku ferz nebe dernakevin derve û wiha pê de çû: “Em nikarin li mînîbusan siwar bibin. Wesayît tije dibin. Di pêvajoyek wisa de divê mirov hinek ji hev dûr bin. Lê li mînîbusan ev ne pêkan e. Ligel vê mînîbus ne hîjyen in û dezenfekte jî nakin. Me heta niha der barê paqijiyê de tu tiştek nedît.”   ‘Navenda tenduristiyê nehatiye dezenfektekirin’   Mehtê Bor jî bi lêv kir ku demek berê neviyê xwe biriye Navenda Tenduristiya Malbatî (ASM) lê li wir nehatiye dermankirin û got: “Xebatkarên navendê got navend nehatiye dezenfektekirin. Bi tu awayî li taxan tiştek nayê kirin. Der barê nexweşiyê de tu agahiya me tune ye. Bila ev bên çareserkirin.”   ‘Her derê taxê çop e’   Semra Bor jî anî ziman ku dema li mînîbusan siwar dibin nikarin bi hesinên wê bigirin, newêrin li ser kursiyan rûnin û got: “Ligel vê tax jî nayê paqijkirin. Her der qirêj e. Boriyên kanalîzasyonê diteqin. Em du hefteyan bi vê rewşê dimînin. Piştre tên dinêrin. Du sale tu xizmet li taxê nehatiye kirin. Em newêrin zarokan derxînin derve.Lê niha qe nebe bila ji bo vê vîrusê hinek baldarî nêz bibin.”   ‘Mirov nikarin xwarinekê çêbikin’   Zerê Bor jî bertek nîşaşê qirêjiya taxê da û wiha berdewam kir: “Ji roja qeyûm hatiye tu xizmet nehat kirin. Pirsgirêkên gel nayên guhdarkirin. Ji roja Vîrusa Korona derketiye holê heta niha kesî li rewşa me nepirsî. Li taxê 20 roj e çop nayê komkirin. Gelek kes nikarin ji bo xwe xwarinekê çêbikin. Lê hikûmet jî hîna li pey şer e.”