Gûlîstan Kiliç Koçyîgît: Pêşketina kapîtalîzmê wêranî bi xwe re anî 2020-03-25 09:02:25   AMED - Têkildarî bandora Vîrûsa koronayê ya li ser civakê Parlementera HDP’ê ya Mûşê  Gûlîstan Kiliç Koçyîgît axivî. Gûlîstanê diyar kir ku li gel pêşketina kapîtalîzmê nexweşî pêl bi pêl mezin bû û got ku civak encax dikare bi rihekî hevpar vê nexwweşiyê derbas bike.    Li gorî daneyên nû ya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, li seranserî cîhanê heta niha ji ber Vîrûsa Korona 10 hezar û 48 kesî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 245 hezar û 996 kes jî pê ketine û 88 hezar û 465 kes jî baş bûne. Li Tirkiyeyê jî hejmara kesên ku bi vîrûsê ketin gihişt 670 û kesên ku bi virûsê mirin jî  hejmara wan bû 9.  Li Tirkiyeyê li gel zêdebûna pêketinên vîrûsê bajar, navçe, kolan û tax vala bûn û  bêdeng bûn. Der barê bandora  Vîrûsa Koronayê ya civakî parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  a Mûşê  Gûlîstan Kiliç Koçyîgît nirxandin kir. Gulîstanê diyar kir ku Vîrûsa Koronayê wê bi xwe re pêşiya texrîbateke mezin a civakî veke.   ‘Pêşketina kapîtalîzmê wêraniyê bi xwe re tîne’   Gûlîstanê wiha axivî:”Dibe ku pêwîst e ku em bi destnîşankirina jêrîn dest pê bikin: Erd û mirovahî bi tevahî ye. Pirsgirêk divê gerdûnî be û ji ber wê jî hewce ye ku  çareserî jî bi  gerdûnî be.Pêşketina kapîtalîzmê gelek wêraniyê bi xwe re tîne.Hilweşîna ekolojîk, tunekirina mirovan, tunekirina civakî û hwd.  Girtina van rûxandinan dê me ji  lêpirsîna pergalê  dûr bixe.  Lê ev  lêger û nîqaşên me dê me xurtir û bi hêztir bike. Her roj em ji sibehê heta êvarê ji bo vê pergalê dixebitin.Ger ku em kar nekin wê gelek ji me dê birçî bimînin.Bi mîlyonan karker her roj diçin ser kar, di vê gava ku bangewazî têne kirin de tê xwestin her kes li malê bimîne. Divê em vê pirsê bi dengekî bilind bipirsin. Gelo ev çareserî ye? ”   ‘Rizgarkirin ne di kesayetiyê  di "civakbûyinê" de ye’   Gûlistanê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku bi hewledanên pergala kapîtalîzmê ev nexweşiye li seranserî cîhanê  belav bû û got:”  Li her deverên ku em lê hene, em ê bigihîjin wê hişmendiya ku ji me re têgihiştinek  azadîxwaz, demokrat û kolektîf  dike. Rizgarkirin ne di kesayetiyê  di "civakbûyinê" de ye. "Em bi hizrê temaşe dikin ku em tenê ji bo domandina vê pergalê ne û em neçar in ku di nav demên herî dijwar de dijîn. Ji bo  ku AKP  pakêta xwe vedibêje, hebûna me tenê wekî "mesref" dibîne  .Ji ber vê yekê jî di şert û mercên wisa ecêb de, em bi hişmendiyek wisa tên rêvebirin ku ji têgihiştinê dûr e. Bêguman ne tenê   Tirkiye wê tevahiya cîhanê bi aloziyeke aborî ya mezin re rû bi rû bimîne. Ji bo ku aboriya welat zêdetir têk neçe dewlet li gorî berjewendiyên xwe nêz bû û bêtedbîr tev geriya.”  ‘AKP mirinê ji girtiyan ferz dike’   Gûlîstanê  di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser girtîgeh û  rewşa girtiyan û wiha pê de çû:” Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê  nêzîkê 300 hezar girtî hene, tenê wekî tedbîr  qedexeya serdanê tê girtin;Jiyana bi sed hezaran girtiyan  bi taybet jî  girtiyên nexweş di bin xetereyê de ye.  Îro jî AKP mirinê ji girtiyan ferz dike. Careke din, negirtina  tedbîrên  ji bo kesên ku ji Umreyê vegeriyan, nîşanek din e ku hikûmet li dijî vê nexweşiyê amadekarî nekiribû. Xwendekar bi şev lez û bez ji wargehan  hatin derxistin û kesên ku ji umreyê hatin li wargehên xwendekaran hatin bicihkirin.  Heta niha, tedbîrên ku ji hêla  Wezareta Karên Navxwe ve hatî girtin kêm bûn û divê ji destpêkê kargehên danûstandinan hatiban girtin. Divê ev wekî nêrînek pratîkî ya têgihîştinê were dîtin ku li şûna parastina serokan, karker, cotyar,cotkar  bihatana parastin.”   ‘Pêwîstiya xebatkarên tendûristiyê bi alavên parastinê hene’   Gûlîstanê berdewamiya axaftina xwe de destnîşanî   berpirsyariya xebatkarên tendûristiyê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe:” Mixabin ne pêkan e  ku em bibêjin  ji bo xebatkarên tenduristiyê tedbîrên guncanî hatine girtin.Agahiyên ku me ji qadê wergirtine  me xemgîn dike. Pêwîstiya wan bi alavên parastinê heye. Li vir em di derheqê pirsgirêk û aloziyan de agahiyê digirin. Vegera malên xebatkarên tenduristiyê piştî kar ji bo malbatên wan xeterek xeternak e. Divê ew ji bo karanîna van kesan bi kirêkirina otêl, mêvanxane û hwd nêzê nexweşxaneyên ku lê dixebitin were pêşkêşkirin. Biçe karê xwe pirsgirêkek pir mezin e. Bêguman, ew kesên ku temenê wan 60 sal in û yên xwedî nexweşiya kronîk û nexweşiya  penceşêrê ne, divê wekî betlaneya îdarî werin hesibandin. Ji  ber ku ew di koma xeterê de ne.”