Şevîn Coşkun: Ji bo parastina rojnamegeran divê komîsyona lêkolînê bê avakirin 2020-03-24 16:18:11   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Şevîn Coşkun, da zanîn ku li dijî vîrûsê ji bo tenduristî û ewlehiya rojnamegeran bê parastin û gel bi awayekî tenduristî agahiyan bi dest bixe xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Şevîn Coşkun, diyar kir ku piştî vîrûsa corona belav bû, yên herî zêde di bin rîskê de ne rojnameger in û xwest ji bo parastina rojnamegeran komîsyona lêkolînê bê avakirin.   Şevîn, anî ziman ku ji bo tenduristî û ewlehiya rojnamegeran bê parastin û gel bi awayekî tenduristî agahiyan bi dest bixe xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin. Şevîn bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî jî û xwest hemû rojnamegerên girtî yên di bin rîska vîrûsa korona de ne serbest bêne berdan.