Salîha Aydenîz: Ji bo hezkiriyên xwe biparêzin dernekevin kuçeyan! 2020-03-24 14:13:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê û parlamenter Salîha Aydenîz, banga derneketina kuçeyê li gel kir û got: “Ji bo hezkiriyên xwe pêşniyar û hişyariyan guhdar bikin û dernekevin kuçeyan."   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Salîha Aydenîz, li ser navê Koordînasyona Qrîzê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî tedbîrên vîrûsa koronayê peyamekî bi dîmen weşand.   Salîha, diyar kir ku her roj hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê dikevin 2 qat zêde dibe û wiha got: “Li dijî vê yekê divê tedbîr bên girtin. Lê hikûmet di mijara bergiriyan de qels dimîne. Ji ber ku bergirî ne zelal in, bi awayekî wekhev pêk nayên û gel nayê fikirîn her roja ku derbas dibe windahiyên me zêde dibin.”   'Divê em hezkiriyên xwe biparêzin'   Salîha, xwest ku koordînasyona wan bê şopandin û pêşniyar û hişyariyên wê bên guhdarkirin û ev tişt anî ziman: “Em weke Gelê kurd bi dehan caran bi karesetan re rûbirû mane. Di van karesetan de me piştevaniya hev kiriye, li cem hev sekinîne, destê xwe dirêjî hev kiriye û di van mijaran de em xwedî bi ezmûn in. Em dixwazin bi bîr bixin ku em têra xwe hene û dikarin di vê vîrusê de bi ser kevin. Niha tişta girîng divê em vê vîrusê derbasî hev nekin û neçarin xwe, derdora xwe, hezkiriyên xwe û gelê xwe biparêzin.”   'Em daxwaz dikin ku dernekevin derve'   Di berdewam axaftina xwe de Salîha, bal kişand ser bergiriyên ji bo vîrûsê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bergiriya herî girîng derneketina kuçeyê ye. Dibe ku karên me yên lezgîn li derve çibibe. Lê divê em ji bo van karên xwe pêr kêm derkevin derve. Em ji gelê xwe rica dikin ku heta karekî wan ê pir lezgîn çinebe dernekevin derve. Belê, di pêvajoyên wiha zor de pêwîstiya mirov bi hev heye. Pêwîstiya mirov bi piştevaniyê heye. Divê ku gelê me tu carî cîran, derdora xwe bi tenê nehiştiye. Em bawer dikin ku dê ji niha şûn ve jî nehêle. Beriya her tiştî divê em ji bo tenduristiya xwe û zêdenebûna mirinan dernekevin derve. Em ji gelê xwe rica dikin ku dernekeve derve û xwe ji vîrusê biparêzin.”