Li Herêma Federel a Kurdistanê vîrûs bû sedema pirsgirêkên aborî 2020-03-24 13:38:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Desteya Amar a Herêma Federal a Kurdistanê ji ber belavbûna vîrûsa korona ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê ji sedî 73 pirsgirêkên aborî derketiye û bêkarî zêde ye.   Desteya Amar a Herêma  Kurdistanê di nava çend rojan bi riya înternetê anketek çêkir. Heta niha zêdetirî 2 hezar kes beşdar bûne. Piraniya kesên beşdarî anketê bûne xelkê Hewlêrê ne. Her wiha ji sedî 30.3  jin in û ji sedê 69.7 mêr in.   Li gorî encamên ji aliyê Desteya Amar a Herêma Kurdistanê ve hatine weşandin, ji ber sedema qedexeya derketina ji derve ji sedê 41.7 welatiyan rûbirûyî bêkariyê bûne û ji sedê 73.4 ji welatiyan re pirsgirêka aboriyê çêbûye.   Her wiha ji sedê 28.6’ê welatiyan rûbirûyî pirsgirêka tenduristiyê û ji sedê 25. 7 jî pirsgirêkên civakî û malbatî bûne. Her wiha ji sedê 24.4 jî pirsgirêka perwerdeyê ji bo wan derketiye.   Li gorî anketê, ji sedî 91’ê welatiyan li gel vê yekê ne ku ji bo xweparastinê qedexeya derketina ji derve were dirêjkirin. Her wiha ji sedî 67.8’ê kesên beşdarî anketê bûne nizanim ka wê tûşî vîrûsa korona bibin yane.   Li gorî encamên anketê ji sedê 33.4 di tirsin ku tûşî vîrûsê bibin. Her wiha ji sedî 67.4’ê wan jî li gorî pîvanên Wezareta Tenduristiyê diçin û ji tedbîrên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa korona razî ne.   Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 14’ê adarê ve dest bi tedbîrên pêşîlêgirtina vîrûsa korona kir û piştre jî qedexeya derketina ji derve ragihand.   Heta niha li Herêma Kurdistanê ji ber vîrûsa korona 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 91 kes jî pê ketine.