Li Sêrtê 7 kes hatin binçavkirin 2020-03-24 12:23:44   SÊRT - Li Sêrtê polîsan bi ser malan de girtin û 7 kes binçav kirin.    Polîsan serê sibehê li Sêrtê bi ser gelek malan de girtin û di serdegirtina malan de 7 kes binçav kirin.  Di nava kesên hatin binçavkirin de Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Ozalp, Îbrahim Ekîncî, Metin Ekîncî, Berxwedan Dayan, Keştî Dayan, Ferhat Dayan û Kadrî Dayan jî hene. Polîsan di serdegirtina malan de malzemeyên dijîtal desteser kirin û 7 kesên binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.