‘Dixwazim sûcdarê şewata zindana Hesekê werin cezakirin’ 2020-03-24 09:09:46   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Mihdiya Hecî Mihemed ku hevjînê wê Mihemed Hec Arif di 24'ê adara 1993'yan de li zindana Hesekê ya Navendî hate şewitandin wiha got: "Ne tenê 27 sal, sed sal jî derbas be ez wê şewatê ji bîr nakim. Ez dixwazim sûcdar werin cezakirin."   Di 24'ê Adara 1993'yan de Rejîma Sûriyeyê piştî amadekariya demdirêj, agir berda zindana Hesekê ya bi sedan ji girtiyên kurd tê de bûn. Di encama wê şewatê de 61 girtiyên kurd hatin şewitandin û nêzî sed kesî birîndar bûn. Têkildarî vê mijarê hevjîna Mihemed Hec Arif yek ji girtiyên kurd ku di zindanê de hate şewitandin, Mihdiya Hecî Mihemed dayika 9 zarokan e û li Til Temirê dijî, ji ajansa me re qala bîranînên wê çend heyvan kir.   'Di berbanga 21'ê çileyê de Mihemed hat girtin'    Mihdiyayê sedema girtina hevjînê wê ya ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve wiha vegot: "Hevjînê min tu karekî siyasî nedikir, tenê hemalî dikir û di Mîra ya Til Temirê de dixebitî. Cîranekî me raporek şand îstîxbarata Rejîmê, lê belê em nizanin çi rapor bû û heta îro jî em nizanin. Di berbanga 21'ê çileyê 1993'yan de Rêjîmê bi ser mala me û Mihemed de girtin."   'Ji wê rojê de heta îro Mihemed venegeriya mal'    Mihdiyayê diyar kir ku Rejîm li Serêkaniyê gelek zext li hevjînê wê kirine û wiha dom kir: "Ji wê rojê de Mihemed venegeriya mal. Piştî ku ew girtin, Em 20 rojan geriyan lê me ew nedît. Piştre agahî ji girtiyekî hat û got Mihemed di zindana Hesekê de ye. Beriya ku wî bînin Hesekê, li Serêkaniyê zêde zext lê kiribûn."   'Rêveberiya zindanê nehiştin em Mihemed bibînin'    Mihdiyayê da payîn ku Rejîmê rê nedida wan ku bi Mihemed re hevdîtinê bikin û wiha pê de çû: "Piştî ku me bihîst Mihemed di zindana Hesekê de ye me çiqasî hewl da ku em hevdîtinê pê re bikin lê Rejîmê û rêveberiya Zindanê rê nedidan. Rojekê ji rojan dostekî me yî Aşûrî ji zindanê derket û got ku hûn çima serdana Mihemed nakin, ew pêxwase ji ber pêlava wî jî hatiye dizîn û rewşa wî pir xirab e."   'Bi navê girtiyekî din me hevdîtin pêk anî'    Mihdiyayê got ku hewildanê wê bi encam bû û wiha berdewam kir: "Wê demê dîsa hewildanê min çêbûn ez hevdîtinê pê re bikim. Li ser navê girtiyekî din ku em wî nas dikin me hevdîtin bi Mihemed re kir û min hemî pêdiviyên wî jî bicih anî. Di wê hevdîtinê de ji min re hovitiya Rejîmê ku li girtiyên Kurd dikir, kir."   'Ne lêpirsîn kirin û ne jî berdan...'   Mihdiyayê  wiha dewam kir: "Dema ku min Mihemed dît ji min re got ‘heya niha min lêpirsîn nekirin e û negotina ku sûcê min jî çi ye.’ Hevjînê min kes nerevandibû, ne kuştibû û ne jî li kesî da bû heya niha jî nehatiye eşkerekirin ku çima û bi çi sûcê ew girtin û bû qurbana hişmendiya paşverûtiya Rêjîmê."   'Amedekariya şewidandina girtiyan dikirin'    Mihdiyayê kêliyên hevdîtina xwe ya dawî bi Mihemed re wiha vegot: "Di 23'yê Adarê de me 2 saetan hevdîtin pêk anî û Mihemed ji me re got 'Li girtîgehê liv û tevgereke zêde hey. Rêveberiya Zindanê gaz avêt hemû koguşan. Her wiha ru, simbêl û porê hemû girtiyan birîn. Dermaneke spî li kincên ku me şûştin reşandin. Kaguş, dîwar û ciyên ku em di nav de radizên hemî derman kirin. Bi hînceta ku spiyan wisa dikirin.' Lê piştre derket holê ku hemû amadekarî ji bo şewidandinê ye. Her wiha kesên ku bişewitînin hatibûn hilbijartin."   'Şewata sînemeya Amûdê li zindana Hesekê dubare bû'    Mihdiyayê got ku min hîs kir ku wê senaryoya Sînemeya Amûdê li Zindanê dûbare bibe û wiha bilêv kir:"Dema ku Mihemed qala ev qas amadekariyan kir ez tirsiyam. Ji ber ku senaryoya Sînemeya Amûdê li zindanê dûbare bibûya. Piştî ku em ji zindanê hatin, dilê min nerihet bû. Min cilên Mihemed anîbû û min ê bişûşta lê di roja 24'ê adarê de agahiyet hat û gotin li zindanê şewat derketiye."   'Ez heta îro jî bi guman im'    Mihdiyayê kêliyên piştî şewatê bi bîr xist û wiha got: "Piştî zindan şewitî em ketin nava liv û tevgerê. Me derbarê Mihemed de tu agahî negirt. Çend leşkerê Rêjîmê hatin malê û gotin ew ê niha cenazeyê Mihemed ji Serêkaniyê bînin. Piştî çend saetan me bihîst ku çend leşkerê Rêjîm û şêniyên Til Temirê ew li goristana Ib El-Naga bêyî ku tabûtê vekin û nas bikin çi tê de ye, veşartin. Gotin veşartine lê heya vê kêliyê jî ez nizanim bê ew Mihemed bû yan yekî din bû an jî hestî tê de hebûn yan jî vala bû. Çûyîna Mihemed tofanek bû."   'Şopa girtiyan hîn jî li dîwarê zindanê ne'    Mihdiyayê diyar kir ku hin jî şopa girtiyan li diwarê zindanê ye û wiha dewam kir: "Ji roja hevdîtina dawî de ez neçûm zindana Hesekê. Li gorî agahiyên ku ji min re tên ku ew koguşa ku 61 girtî tê de şewitîn şopa şewata wan li dîwaran e. Tu kes nikare di wê koguşê de rûnên."   'Dixwazim sûcdar werin ceza kirin'   Mihdiyayê bi vê daxwazê dawî li gotina xwe anî: "Ez dixwazim doza şewitandina zindana Hesekê dîsa vebe û yên sûcdar werin lêpirsîn û cezakirin. Ne tenê 27 sal, sed sal jî derbas be ez  wê şewatê ji bîr nakim."