Li girtîgeha Bayburtê îşkenceya psîkolojîk 2020-03-24 09:06:25   MÊRDÎN - 28 girtiyên jin yên li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê dimînin, diyar kirin ku tu xweserbûna wan li ber çavan nayê girtin û got: “Heta pedên ku em bikar tînin jî pirsgirêk tê jiyîn. Ev du sal in tu faliyeteke civakî nehat kirin. Em nikarin mafên xwe yên herî sereke jî bikar bînin.”   Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa korona tablo her diçe giran dibe. Heta niha 30 kesî jiyana xwe ji desta û testa hezar û 236 kesî jî pozîtîf derket. Bi taybet jî girtîgeh di bin rîskê de ne. Tevî vê zext û binpêkirinên mafan didomin. Girtiyên jin yên li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê dimînin, bi nameya ku şandin, zext û binpêkirinên pê re tên rû hev vegotin.   28 girtiyên jin hene   Di nameyê de hat diyar kirin ku li girtîgehê 28 jinên girtî hene û hemû jî bi sirgunê hatine û wiha gotin: “Li girtîgehên ku em diman, bi hincetên cuda, beyî ku agahiyê bidin malbat û me, em anîn vir. Sirgun bi zanebûn hatin kirin û em û malbatên me mexdûr kirin. Ji ber ku hejmara gardiyanên jin kêm e, dema hevdîtinê kirin 40 deqe. Em sewqkirinê daxwaz dikin lê bi hinceta kapasîta girtîgehan tijeye, tên redkirin. Ev du sal in bi awayekî kêfî cezayên dîsîplînê tên dayîn.”   ‘Tu xweserbûna me li ber çavan nayê girtin’   Girtiyan da zanîn ji bo 8’ê Adar, 21,’ê Adarê û 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê govend gerandin û stran gotin hatiye qedexekirin û cezayê dîsîplînê hatine dayîn û wiha berdewam kirin:  “Îsal dema me 8’ê Adarê pîroz dikir, di bin navê legerînê de bi ser koguşan de girtin. Di lêgerînan de zextên psîkolojîk li hemberî me bikar anîn. Zirarê didin alavên me, rende, pênûsên rengîn, kursî hatin desteserkirin. Em wek jinan tu xweserbûna me li ber çavan nayê dîtin. Ji axda bigirin heta pedan em pirsgirêkan dijîn. Ev du sal in em tu faliyetên civakî nikarin bikin. Daxwazên me yên ji bo rojên taybet tên redkirin.   Gardiyan îdeolojîk nêz dibin   Ev 4 sal in ji ber pisgirêka kelepçê heye hevalên me yên derman nabin hene. Nameyên me bi rêk û pêk nayên dayîn. Ji ber pêkanînên kêfî name tên desteserkirin. Gardiyan di nêzîkatiya îdeolojîk de ne. Mazgal û deriyan bi awayekî tûnd digirin.”