‘Gelo ji bo tahliyeyê li benda çi ne?' 2020-03-24 09:05:03   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Ji rêveberên TUHAYDER’ê Selma Altan li girtîgeha Jinan a Şakranê girtiye. Xwişka wê Sevînç Altan diyar kir ku pirsgirêkên giran yên Selmayê hene û got: “Îranê 85 hezar kes tahliye kir. Yên li vir li bendê çi ne. Ji bo tahliyekirinê li benda çi ne?   Li cîhanê û Tirkiyeyê ji ber vîrûsa koronayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin her diçe zêdetir dibe. Ji ber vîrûsê mirov jî bifikarin. Yek ji qadên ku herî zêde bi rîske girtîgeh in.  Malbat, parêzvanên mafê mirovan û saziyên civaka sivîl ji bo tahliye bên kirin bang dikin. Bi taybet tê diyar kirin ku divê nexweş, kal û pîr, jinên ducanî û zarok bên tahliyekirin.   Yek ji girtiyên nexweş û rêvebera Komeleya Alîkaya Malbatên Girtiyên Egeyê (EGE TUHAYDER) Selma Altan ya 71 salî ye. Selma ji 16’ê Mijdarê de ye li girtîgeha Jinan a Şakranê girtiye. Xwişka wê Sevînç Altan bertek nîşanê rewşê da û got ji bo tahliyekirinê hîna li benda çi ne?   ‘Wê rê li ber karasetan vebike’   Sevînçê got hîna ne diyare  ku kîjan dadgeh wê Selmayê bidarizîne û got: “Xebatên Selmayê yên ji bo girtiyan sûc hat dîtin. Me xwest ku li derve bê darizandin. Lê mixabin hat redkirin. Xwişka min pirsgirêkên tenduristiyê yên giran dijî.  Ev nexweşî jî wê rewşê hîn bêtir cidî bike. Li girtîgehan hijyen tune. Cihên qerebalixin. Ev cihên wisa ji bo nexweşiyê zemîna ava dike.”   ‘Dewlet berpirs e’   Sevînçê di berdewamiyê de destnîşan kir ku kapasîta girtîgehan gelek zêdeye û girtî rastî her cureyê zextan tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtiyên di ser temenê 60’î de yên nexweşiyên wan yên kronîk hene di bin rîskê de ne. Madem ku canê wan mirovan emanetê dewletê ye divê demildest pêngav bê avêtin. Tiştek bibe jî, berpirs dewlet, wezareta dadê û tenduristiyê berpirs e. Îranê 85 hezar kes tahliye kir. Yên li vir li benda çi ne. Ji bo tahliyekirinê li bendê çi ne?”