'Gelo zarokên girtî li dijî vîrûsê dê çawa xwe biparêzin?' 2020-03-24 09:01:19   Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan    AMED - Civaknasa Tora Lêkolînên Zarokan a Amedê Demgûl Ayhan bal kişand ser rewşa zarokên girtî û got: "Zarokên girtî bi talûkeyeke mezin re rûbirû ne. Tedbîrên ku li dijî vîrûsê li girtîgehan tê girtin terê nakin û divê deriyên girtîgehan bên vekirin."   Li seranserî cîhanê vîrûsa koronayê her ku diçe belav dibe û heta niha bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî nexweşin.  Heta niha ji bo tedbîrgirtina girtigehan ji aliyê dewletê ve bi tu awayî gavên girîng nehatine avêtin û herî zêde rewşa girtiyan di xeterê de ye. Her wiha dema borî li Girtîgeha Maltepê 180 zarok bi nexweşiya gurîbûnê re rûbirû mabûn. Nexweşiya gurîbûne li 9 koguşan hatibû dîtin û lê tu detbîr û tedawî nehatin kirin, kêm zarok çûn cem bijîşkan. Derbarê mijarê de Civaknasa Tora Lêkolînên Zarokan a Amedê Demgûl Ayhan axivî. Demgûlê da zanîn ku li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 3 hezar û 19 zarok hene û got ku li girtîgehên Tirkiyeyê de zarok di bin şert û mercên herî giran de têkoşîn didin.   Demgûlê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya saziyan û ev tişt anî ziman: 'Tora Lêkolînên Zarokan a Amedê di cotmeha 2018'an de hat damezrandin. Ji bo ku mafê zarokan biparêze, di çarçoveya van mafan de siyasetên maqûl pêş bixe û bi gel û saziyên ku rasterast  li Amedê kar bike hatiye avakirin. Kesên ku di torê de cih digire bi tevahî mafê zarok û zarokan diparêze. 18 saziyên Amedê di nav Tora Lêkolînên Zarokan de cih digire û bi hev re kar dikin."   ' Li girtîgehan de 3 hezar û 19 zarok hene'   Demgûlê, destnîşan kir ku li girtîgehan hejmara zarokên girtî her ku diçe zêde dibe û got: "7 beşên zarokên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de dimînin hene. Li gorî daneyên fermî yên herî dawî ên di meha mijdara 2018'an de hatine weşandin, li girtîgehan de 3 hezar û 19 zarok hene. Lê belê, li gorî agahiyên sala 2020'an ya Wezareta Dadê, hejmara zarokên girtî yên ku beşdarî kursên pîşeyî dibin jî 7 hezar 500 de. Li gel vê yekê, 780 zarok û girtiyên ducanî û yên ku li gel dayikên xwe dimînin jî hene."   'Li girtîgehan xizmetên tendûristiyê zehmet in'    Demgûlê anî ziman ku girtî di bin şert û mercên herî giran de têdikoşin û got: "Lê mixabin di destê me de agahiyên zelal nîne. Hejmara girtiyan ji kapesiteya girtîgehan zêdetir e. Lê rastiyek li holê ye ku pêdiviyên bingehîn ên jiyan û tenduristiyê li girtîgehan gelekî qels in. Li girtîgehan gihîştina tenduristî, materyalên tenduristî û gihîştina ava germ û sar kêm in û di xwe gihandina xizmetan de kêmasiyan dijîn girtî."   'Tirkiyeyê pir dereng tedbîr girtin'   Demgûlê di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku li dijî virûsê li girtîgehan tedbîr pir dirêng hatin girtin û wiha bi lêv kir: "Vîrûsa koronayê li bajarê Wuhanê ya Çînê, dest pê kir û di demek kurt de li hemû cîhanê belav bû. Li gorî daneyên fermî, li cîhanê nêzî 10 hezar zêdetirî kes jiyana xwe ji dest da. Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê jî vê tiştî wekî pandemî îlan kir. Nêzîkî 250 hezar kes rewşa wan jî girane. Rewş li Tirkiyeyê jî gelekî cuda ne. Li Tirkiyeyê hejmara kesên berketin û jiyana xwe ji dest didin roj bi roj diguherin. Li gorî lêkolînê, vîrûs ku dikare sê demjimêran di hewayê de bimîne, dikare 2-3 rojan di plastîk û hewayê de bimîne. Li Tirkiyeyê ev pir dereng hat fêm kirin û tedbîr dereng hatin girtin. Li gorî xwe hîn tedbîr girtin; wekî dibistan, qehwexane, berber, kuafor, cihên danûstandinê yên mezin û hwd. hatin girtin."   'Zarok dê  li dijî vîrûsê  xwe çawa  biparêzin?'   Demgûlê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyan û got: "Ji bo girtiyan hîn tedbîr hatin girtin, di nav tedbîran de hevdîtin ji bo 2 hefteyan hat qedexekirin. Parêzer heke hewce bike û di demên awarte de dikarin biçin girtîgehan. Ev tedbîr nayên qebûlkirin, ji ber ku dê bibe sedema gelek tiştên din. Ger ev vîrûs li girtîgehan belav bibe êdî kes nikare pêşiya wê bigire. Ev bûye mijareke giştî ku karmendên girtîgehê têkiliya xwe ya derve berdewam dikin. Her wiha em dizanin ku zarok di nav şert û mercên xirab de tên darizandin û ev tişt dibe sedema riskeke mezin. Gelo rayedar çawa zarokên ku tên darizandin û her wiha yên girtî biparêzin? Her wiha zarok dê xwe çawa biparêzin? Gelo li hember vîrûsê li girtîgehan materyalên paqijiyê yên wekî av û sabûn têrê dikin? Em dizanin ku li girtîgehan zarokên nexweş hene û divê biçin bijîşkan. Heke tedbîr neyên girtin dibe ku li girtîgehan nexweşî zêdetir bela bibe. Li girtîgehê bi taybetî rewşa zarok û girtiyên nexweş bi rîsk in. Bêhntengî, stres û panîk dibe sedeû  panîk bandoreke neyînî ser zarokan dike."   'Ji bo zarokan divê gavên berbiçav bên avêtin'   Demgûlê di dawiya axaftina xwe de bang li rayedarên dewletê kir ku li girtîgehan tedbîr bên girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wekî Tora Lêkolînên Zarokan a Amedê, em nêzî salek û nîvê bi zarokan re dixebitin. Yek ji rewşên ku torê tîne ber hev; ji bo ku di demên karesata xwezayî, şer, pevçûn û qeyran de hevkariyê bikin. Li ser bingeha hewcedariyên lezgîn tevbigerin. Helbet, divê li dijî vîrûsa koronayê girtîgehên li Tirkiyeyê bên valakirin. Mafên parastina zarokan di peymana Neteweyên Yekbûyî de heye lê belê Tirkiyeyê vê tiştî pratîze nake. Divê her dewlet mafên jiyanê û gihîştina xizmetên tendûristiya zarokan biparêze. Em daxwaz dikin ku ji bo zarok bi bandor nebin divê şert û merc bên guhertin û xizmetên baş yên tenduristiyê bên dayîn. Em daxwaz dikin ku ji bo zarokên girtî gavên berbiçav bên avêtin."