Qeyûm tayinî şaredariyên Civanîk, Norşîn û Xelfelî yê kirin 2020-03-23 21:08:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Qeyûm tayinî şaredariya bajaroka Civanîka a Sêrtê, şaredariya Norşîna Bêdlîsê û şaredariya Xelfelî ya Idirê kirin.    Di serê sibehê bi talîmata Wezareta Karê Hûndir qeyûm tayînî Şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlih û navçeyên Farqîn, Lîcê, Erxenî û Gêlê yên Amedê hatibû kirin. Niha jî qeyûm tayînê şaredariya bajaroka Civanîka a Sêrtê, şaredariya Norşîna Bêdlîsê û şaredariya Xelfelî ya Idirê hat kirin.    Qeyûm tayinî Şaredariya Bajaroka Civanîka a Sêrtê hat kirin. Şaredar Serhat Çîçek jî hat binçavkirin. Qeymeqamê Misircê Îhsan Emre Aydin tayînê şaredariyê kirin.    Her wiha qeyûm tayînê şaredariya Norşîn a Bedlîsê jî hat kirin. Polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kir û ketin hundirê avahiyê dest bi lêgerînê kirin. Qeymeqam Mûhammet Fûrkan Sancaktar tayinî şûna Hevşaredar Hîkmet Taşdemîr û Dîlek Ozan hat kirin.    Li Xelfeliya Idirê jî bi talîmata Wezareta Karê Hûndir qeyûm hat tayînkirin.    Piştî qeyûm tayinî Şaredariya Licê hat kirin, Hevşaredar Tarik Mercan jî hat binçavkirin. Hat hînbûn ku polîsan Tarik Mercan biriye Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.