Leyla Guven: Em li malê bimînin, piştevaniya hev bikin û tevdîrên xwe bigirin 2020-03-23 16:31:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi vîdeoyekê li dijî vîrûsa koronayê banga “li malê bimînin” li xelkê kirû xwest xelk tevdîran bigire û piştevaniya hev bike.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven têkildarî şewba vîrûsa koronayê (Kovid-19) peyamek bi video amade kir û belav kir. Leyla li ser navê Navenda Koordînasyona Krîzê ya ku ji aliyê KCD’ê û pêkhateyên wê ve hat avakirin axivî û bi kurdî û tirkî xîtabê gel dike. Leyla di peyama xwe de derbarê xebatên koordinasyona wan birêve dibe agahiyan da û banga “li malê bimînin” li xelkê kir û her wiha ji xelkê dixwaze li dijî vîrûsê tevdîran bigirin û piştevaniya hev bikin.