Pêvajoya dermankirina Şehbayê didome 2020-03-23 16:23:50   ŞEHBA - Şaredariyên gel ên Efrîn û Şehbayê ji bo parastina gel a ji vîrûsa Korona  li gorî derfetên heyî dest bi pêvajoya dermankirina tevahî Şehbayê kirin.   Ji bo parastina gel ji nexweşiya vîrûsa Korona şarederiyên gel ên Efrîn û Şehbayê rûxmî derfetên kêm dest bi dermankirina kolanên esasî û kampên ku hatine avakirin derman dikin.Her wiha nexweşxaneya Avrîn her du roj carekê tê dermankirin û Heyva Sor a Kurdî jî bi cihaza germahiya laş gel kontrol dikin.   'Li Şehbayê heta niha tu kes bi vîrûsa Korona neketiye'    Endama Heyva Sor a Kurdî a herêma Efrînê Bêrîvan Mihemed erkên ku dikeve ser milên wan wiha anî ziman: "Ji bo parastina gel, Heyva Sor a Kurdî noqteyek tenduristî di navbera Heleb û Şehbayê de ava kir. Bi rêya alavên heyî pîvandina germahiya laşê mirovan em alîkariya gelê xwe dikin. Kesên ku derbasî Heleb ango Şehbayê dibin rastî pêşdîtinê tên û li gor rewşa heyî em derbasî bajaran dikin. Ger gumanê me çêbin em yek ser ew kesên bi guman radikin nexweşxaneya Avrîn û li wir tehlîl dikin. Heta niha tu kes bi vîrûsa Koronayê neketiye."