TJA: Em serî ji qeyûman natewînin 2020-03-23 15:03:54   AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî desteserkirina şaredariyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, di demekê de ku dinya ketiye bin gefa vîrûsa koronayê, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku bi polîtîkayên xwe yên kêm û bêtevdîriyê jiyana mirovan ji nedîtî ve tê, bi dijminatiya li Kurdan, desteserkirina îradeyê û pêkanînên nehiqûqî hewl dide vê rewşê ji xwe re weke firsendekê bi kar bîne.   Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em tu biryarên nehiqûqî, dagirkerû û talankeriyê yên koalîsyona AKP-MHP'ê ku ji bo parastina hebûna xwe dike, nas nakin. Em dibêjin; li pêşberî van êrişên li dijî sîstema hevserokatiyê ku me bi berdêlên giran bi dest xistine, em ê tu carî bêdeng nemînin. Li dijî qeyûman û êrişên dagirkeriyê em bang li jinan û parêzvanên demokrasiyê dikin ku bloka demokrasiyê xurt bikin û tevna berxwedanê mezin bikin. Em serî ji qeyûman natewînin."