Muazzez Orhan bertek nîşanî qeyûman da: AKP’ê zihniyeta talanker kir meriyetê 2020-03-23 14:27:43   WAN - Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan bertek nîşanî tayinkirina qeyûman a pênc şaredariyên HDP’ê da û got:”Niha hemû cîhan ji bo Vîrusa Korona têdikoşe lê AKP vê yekê veduguherîne fersendê û li dijî destkeftiyên kurdan zihniyeta talanker kir meriyete.”   Ji aliyê Wezareta Karê Hundur ve îro qeyûm tayînî şaredariyên Êlih, Farqîn, Licê, Gêlê yên HDP’ê hatin kirin. Bi tayinkirina qeyûman hevşaredar hatin binçavkirin. Bertekên li dijî tayinkirina qeyûman mezin dibin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan bertek nîşanî tayinkirina qeyûman a pênc şaredariyên HDP’ê da û got:”Niha hemû cîhan ji bo Vîrusa Korona têdikoşe lê AKP vê yekê veduguherîne fersendê û li dijî destkeftiyên kurdan zihniyeta talanker kir meriyetê.”    ‘Qeyûm encama bêpolîtikaya AKP’ê ye’   Muzzezê got:”Tifaqa AKP-MHP di vê serdemê de tenduristiya gel nafikire. Dewsa tenduristiya gel biparêze xespê dike. Xizmeta şaredariyên me ya ji bo gel hedef hat girtin. Qeyûm encama bêpolîtikaya AKP’ê ye. Niha hemû cîhan ji bo Vîrusa Korona têdikoşe lê AKP vê yekê veduguherîne fersendê û li dijî destkeftiyên kurdan zihniyeta talanker kir meriyete.”   ‘Ew ê têkoşîna me ya li dijî qeyûman bidome’   Muzzezê wiha dewam kir:”Ew ê têkoşîna me ya li dijî AKP ya ku xwe bi polîtikayên dijminatiya kurdan xwedî dike bidome. Em ê serî netewînin. Dikarin bi hincetên cuda me bigirin lê em ê li ber xwe bidin.”