Jinên Şengalê: Em ê şopdarên rêya Nûjiyan Erhan bin 2020-03-23 14:03:51   ŞENGAL - Di salvegera 3 ‘yemîn a şehadeta Rojnamevan Nûjiyan Erhan de Nûjiyan li ser gora xwe hat bîranîn. Jinên beşdarî merasîma bîranînê bûn gotin:” Em ê şopdarên rêya Nûjiyan Erhan bin.”   Rojnameger Nûjiyan Erhan di 3’yê Adara 2017’an de di dema şopandina nûçeyan de ji aliye pêşmergeyên ROJ’ê yên girêdayî PDK’ê ve hedef hatibû girtin û bi giranî birîndar bûbû. Nûjiyan di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Di salvegera 3 ‘yemîn a şehadeta Rojnamevan Nûjiyan Erhan de Nûjiyan li ser gora xwe hat bîranîn.   Dayikên Şehîdan û rêhevalên Nûjiyan beşdarî merasîma bîranînê bûn. Jinên beşdarî merasîmê bûn axivîn.   ‘Em Nûjiyanê ji bîr nakin’   Di serîda Pakîze Celal ji bo Rojnamevan Nujiyan Erhan û got: “Em îro wek jinên Êzîdî li Şehîdgehê amade bûn. Ji bo salvegera şehadeta Şehîd Nûjiyan Erhan em amade bûn. Bi rasti jî şehadeta wê ji bo me gelek bi eş bû. Piştî fermana 2014’an Nûjiyan berê xwe da Şengalê û rastiya civaka Êzîdî. Dema hat Şengalê rastiya heqîqeta civaka Êzîdî, eşa jinên Êzîdî hemû nîşanî hemû cîhanê da. Di 3’yê Adarê de Pêşmergeyên Roj êrîşî Êzidiyan kirin û Nûjiyan birîndar kirin. Em Nûjiyanê ji bîr nakin. ‘   ‘Em dibêjin Şehîd namirin’   Pakîze Celal di dawî gotinên xwe wuha got: “ Şehîd Nûjiyan heqîqeta civaka Êzîdî dida diyarkirin ji ber wê hat hedefgirtin. Bila dijmin baş bizanibe ku zarokên Şengalê ew ê li dû şopa Nûjiyan bin. Îro bi hezaran keç û xortên Êzîdî kamera Şehîd Nûjiyan rakirine. Em dibêjin Şehîd namirin."   Berfê Elyas jî wiha got: “ Ez wek dayikek Şengalê ji bo hevala xwe Nûjiyan dibêjim ‘bila dilê te rehet be xewn û xeyalên te wê li Şengalê pêk werin. Tu bûye sembola jinên Êzîdî. Em tu carî xeyalên te li erdê nahêlin.Em wek jina Êzîdî tu caran xiyanetê qebûl nakin. Em ê her dem riya şehîdên xwe ronî bikin. Em ji çiyayê Şengalê malbata Şehîd Nûjiyan silav dikin. Nûjiyan tu caran namire.”   ‘Em soz didin ku wek dayikên Şengalê em ê heyf û tola şehîdên xwe hilînin’   Xoxê Cindî jî bo bîranîna Rojnamevan Nûjiyan Erhan amade bû wiha gotinên xwe bi lêv kir: “ Di serî de em sersaxî ji malbata Şehîd Nûjiyan re dixwazin û em ser saxî ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin. Şehîd Nûjiyan her tim dixwest rastiya jin û civaka Êzîdî bide diyarkirin. Niha gelek mal navê keçên xwe Nûjiyan lê kirine. Em soz didin ku wek dayikên Şengalê em ê heyf û tola şehîdên xwe hilînin.”