Hevşaredara Yenîşehîrê Belkîn Dîken hat binçavkirin 2020-03-23 13:16:29   AMED - Piştî 4 mehan derbarê Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken de biryara binçavkirinê hat dayîn.    Wezîrê Karê Hûndir, di 13’yê Mijdara 2019’an de qeyûm tayînê şûna Hevşaredara Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê Belgîn Dîken kir. Piştî 4 mehan di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên bi îdîaya “endamtiya rêxsitinê” derbarê Belgîn hatibûn vekirin de, polîsan bi ser mala wê de girtin. Polîsên di saetên serê sibehê de bi ser mala Belgin de girtin, ew binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.    Parêzera Belgin, Ferîde Laçîn, diyar kir ku ev binçavkirin ne hiqûqiye.